Bêgerd Mihemed: Li Başûrê Kurdistanê zêdetir jin ji krîzan bandor dibin
Herêma Federal a Kurdistanê, di nava krîza siyasî, aborî û civakî de ye. Çalakvana mafên jinan Bêgerd Mihemed got ku krîz bandorê li jinan dike ger çareser nebe dê ji bo perwerde û malbatan bibe sedema pirsgirêkan.
DÊRÎN REHÎM
Silêmanî – Li herêma Kurdistanê ji ber gendeliya siyasî û îdarî û neavakirina hikumetê krîz her diçe kûrtir dibe. Welatî, bi taybetî jin, rastî pêla berdewam a hilweşîna aborî, derengketina mûçeyan û kêmbûna xizmetên bingehîn tên.
Çalakvana mafên jinan û rêxistinên civaka sivîl, Bêgerd Mihemed têkildarî avanekirina hikûmetê û encamên wê yên siyasî û aborî, bi taybetî bandora wê ya li ser jinan, ji ajansa me re axivî.
‘Divê ev krîz were çareserkirin’
Bêgerd Mihemed wiha got: “Valahiya di siyaseta hikumetê de, rewşa siyasî û aborî ya şer û neavakirina hikûmetê bûye sedem ku malbat di rewşeke dijwar de bin. Bi taybetî jî barê giran li ser milên jinan e. Ev rewş di aliyê aborî de barê jinan girantir dike. Di demên berê de, hemû kes di heman astê de dijiyan lê niha her tişt guheriye, gelek mijar û model hene. Di heman demê de, di warê bazarê de dijwarî û guhertinên di nedayîna mûçeyan an jî derengketina mûçeyan de hene. Ev zext di hemû aliyan de ji bo jinan wekî hev in, bi taybetî di warê pêdiviyên zarokan de. Piraniya bar dikeve ser milên jinan, bi taybetî yên ku berpirsiyariyên malbatî û debara aborî li ser milên wan e zêdetir bi bandor dibin. Krîza aborî û nedayîna mûçeyan bûye sedema hilweşîna malbatan û zextên psîkolojîk.”
‘Behsa pirsgirêkan tê kirin lê behsa çareseriyê nayê kirin’
Bêgerd Mihemed anî ziman ku di warê siyasî de, berê pêşmergeyên jin, wênekêşên pêşmerge û rojnamevanên jin ên pêşmerge hebûn û li qadên şer bûn. Niha, ji ber heqaret û medyaya dîjîtal ku bi hemû hêza xwe êrîşî jinan dikin, tevgerên siyasî, îslamîst û lîberalên vekirî hemû bûne sedema ku jin bikevin bin zextan, ji hemû qadan dûr bikevin û wiha got: “Van hemû çavkaniyên agahdariyê bandorê li paşketina rewşenbîrî û çandî ya gelek jinan kirine. Ew yek bi taybetî ji bo jinan gihîştiye asteke tirsnak.”
‘Jin rasterast ji vê rewşê bandor dibin’
Bêgerd Mihemed da zanîn ku valahiya siyasî ya li herêmê di paşxistina rûniştinên parlamentoyê û avanekirina hikûmetê de diyar dibe û wiha got: “Ew jî bandoreke rasterast li hemû warên jiyanê dike. Bi taybetî di aliyê yasayî û destûrî de. Di vê qonaxê de, çend pêşnûmeyên girîng ên destûrî hene ku divê li parlamentoyê deng li ser wan bên dayîn, bikevin meriyetê. Parlamento û paşxistina avanekirina hikûmetê bandoreke rasterast li aliyên civakî, siyasî û aborî dike û bandorê li hemû ferdên civakê dike. Di nav van koman de, yek ji wan komên herî bêparastin jin in. Bi taybetî dema ku dor tê ser rewşa aborî ya dijwar, jin wekî beşek girîng a civakê, rasterast ji vê rewşê bi bandor dibin û ev yek dibe sedema zêdebûna pirsgirêkên civakî. Ger li welatekî yasa ne serwer be, parlamento kar neke û di parlementoyê de jiyan û berjewendiyên welatiyan nayên nîqaşkirin, rewşeke çêtir jê nayê hêvîkirin.”
‘Jin di çareserkirina pirsgirêkan û gendeliyan de roleke sereke dilîzin’
Bêgerd Mihemed destnîşan kir ku dema jinek karekî dike divê layiqî meqam û hêza xwe be, wisa ji hêza xwe zêdetir kar nake sedema kaos, westandinê, her wiha ji ber erkên zêde û ev tişt got: “Ger jin bi xwe tiştê ku divê bike û divê neke ji hev veneqetîne karê dike dê gelek pirsgirêkan bi xwe re bîne. Jin dikarin bi du rêgezên sereke di sazkirin û şerê li dijî gendeliyê de roleke bi bandor bilîzin: A yekem divê hikûmet bi aktîfkirina parlamento û saziyên fermî bixebite û pirsgirêkan çareser bike. Ya duyemîn perwerde ye. Bi awayekî divê kes bê perwerdekirin ne tenê gendeliyê neke, di heman demê de gendeliyê qebûl neke û li hemberî wê bêdeng nebe. Keçek min a xwedî pêwîstiyên taybet heye. Di sala 2011’an de, yasaya Astengdaran hat erêkirin lê nehate bicihanîn. Ez li bendê me ku hikûmet bê avakirin û ev xebat bê bicihanîn. Der barê jinan, kêmbûna dahata wan, jinên bêkar û jinên nexweş de, gelek pirsgirêkên me hene. Em baş dizanin ji bo civakek saxlem pêwîstî bi jinên saxlem heye.”
‘Divê jinên zanîngeh û peymangeh qedandine bên tayînkirin’
Bêgerd Mihemed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Li hemû welatan bêkarî pirsgirêkek mezin e. Bi taybetî li Kurdistanê, wisa ye ku em jin tenê divê di qada giştî de bixebitin. Ev ne fikreke baş e û divê nebe pîvanek. Ji ber vê divê her jinek ku zanîngeh an peymangeh qedandiye bê tayînkirin. Divê derfetên kar bi yasayî bên peydakirin, ji ber vê divê mafên jinên ku diçin ser kar bên parastin û mûçeyek baş bigrin. Hêdî hêdî wan pêşve bibin û divê derfet li ser bingeha têgihîştin, zîrekî û jêhatîbûna wan bin, ne li ser formên wan. Divê jin bên tayînkirin ji ber ku di gelek beşan de pêwîstiya me bi wan heye.”