‘Bêderfetî mexdûrên erdhejê neçarî koçberiyê dike’
Hevseroka GOÇÎZ-DER'ê Kamîle Kandal diyar kir ku wan li bajarên erdhejê lêkolîn kirine û da zanîn ku koçberî gelekî zêdetir bûye.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Semsûr-Piştî du erdhejên mezin ên li Mereşê, li 11 bajaran rewşa awarte hat ragihandin. Li bajarên ku bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan, bi milyonan mirov jî rastî koçberiyê hatin. Yên ku mane jî ji bo jiyanê têdikoşin. Hem mal tune ne lê bimînin hem jî gelek pirsgirêkên din dijîn. Gelek kes berê xwe didin gundan gel bi keda xwe, hewl dide jiyanê bidomîne. Mexdûrên erdhejê yên ku di rojên ewil ên erdhejê de ji bajêr derketin, ji ber sedemên aborî û civakî vedigerin bajarên xwe.
Li bajaran çavdêrî hatin kirin
Di dema navberê de Komeleya Şopandina Koçberiyê (GOÇÎZ-DER) û Komeleya Şopandina Koçberiyê ya Mezopotamyayê ku dixwestin di cih de bûyeran bişopînin, li bajarên erdhejê têkilî bi gelek kesan re danîn. Heyeta ku li Semsûr, Meletî û Mereşê ango cihên ku gelek rûxandin pêk hatiye çavdêrî kirin, piştî ziyareta xwe dê rapora destpêkê ya bajaran amade bikin. Hevseroka Komeleya Şopandina Koçberiyê (GOÇÎZ-DER) Kamîle Kandal, nerînên xwe yên der barÊ bajaran de parve kir. Kamîle Kandal da zanîn ku weke du komeleyên girêdayî Platforma Lêkolînên Koçberiyê li bajarên erdehejê, koçberiyê dibînin û diyar kir ku ew wêranî, şert û mercên jiyanê di cih de dibînin.
'Zêdetirî 3 milyon koçber hene'
Kamîle Kandal, diyar kir ku di nava vê mehê de gelek kes koçber bûne û wiha got: “Me li Meletî, Semsûr û Mereşê têkilî danîn. Em plan dikin ku piştî vê derê biçin Dîlok û Hatayê. Bi giştî tê gotin ku ji 10 parêzgehan zêdetirî 3 milyon kesan koçber kirine lê ev hejmar ne rast e. Dibe ku ev hejmar bi demê re zelal bibin. Em difikirin ku ev hejmar ji 3 milyonî zêdetir e. Mirov li vir teşwîqê koçberiyê hatine kirin. Gel bi taybetî koçî Ege, Anatoliya Navîn û parêzgehên nêzî herêma erdhejê dike. Ji derveyî parêzgehên ku dewlet bi xwe berê gel dide wan de gelek kes bi dilxwazî diçin Mêrdîn, Şirnex û Wanê jî.”
'Ziyana li Meletiyê gelekî cidî ye'
Kamîle Kandal da zanîn ku tevgera koçberiya li bajaran cuda ye û diyar kir ku sedema zêdebûn û kêmbûna heyî wê di demên pêş de derkeve holê. Kamîle Kandal, di berdevamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku li Semsûrê zêdetir kes mane, koçberiya li Meletiyê zêdetir e û wiha domand: “Ji wêneyê ku me li Meletiyê dît em matmayî man û zirara li bajêr pir giran e. Meletî vala bûye, mîna bajarekî mirî bû. Me li Semsûrê li kuçeyan zêde gel dît. Sedemek vê yekê dibe ku zêdebûna kesên vegeriyane be. Gelê li vir nexwest derkeve. Divê em li ser vê avahiya demografîk û sedemên koçberiyê lêkolîn bikin."
'Gel dixwaze vegere axa xwe'
Kamîle Kandal eşkere kir ku di serî de ji bajar ber bi gund û piştre ji bajaran ber bi bajaran ve koçberî pêk hatiye û anî ziman ku di dawiya mehekê de hejmara hatina kesan ji bajaran zêde bûye. Rewşa aborî û hestiyar di hatina kesan de bi bandor e û wiha lê zêde kir: “Ev rewşa koçberiyê dê bidome lê gelek kesan gotin ku hatin dest pê kiriye. Rewşa aborî ya mirovan jî pir girîng e, mirov cihê ku diçe neçar dimîne kirê giran bide. Kesên ku nikarin debara xwe bikin vedigerin bajaran. Ji bilî aboriyê gel jî dixwaze vegere ser axa xwe. Dîsa koçberiya li gundan li gorî bajaran kêmtir e. Tevî wêraniyê jî gel cih û warên xwe neterikand. Dema me pirsî çima gotin 'Em nikarin axa xwe, zeviyên xwe biterikînin'. Jiyana li gundan ji ya bajaran pirtir e. Şertên jiyanê li bajaran pir kêm in,
‘Travmayên herî mezin jin dikşînin'
Kamîle Kandal di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser pirsgirêkên jinan û tedbîrên ku divê bên girtin û wiha anî ziman: “Travmayên jinên li vir di konan de dimînin girantir in. Li konên ku ji aliyê dildaran ve hatine çêkirin de jin û zarok tên xwedîkirin. Dîsa, pisporên lênihêrîna tenduristiyê bi dijwarî dixebitin. Li ser vê dilxwaziyê xebatek cidî heye. Ev hevgirtin li hemberî wêranî û mayînan hêviyeke mezin dide mirovan. Gel piştgiriyê dide hev lê divê dewlet pêvajoya avakirina van bajaran neke ya rantê. Di pêvajoya heyî de, xirbe di nava salekê de nayên rakirin. Di vê pêvajoyê de pêwîst e pêdiviyên gel bên bicihanîn.”