Bêdengiya li hemberî qetilkirina Ceylan Onkol 14 sal in berdewam dike

Li ser qetilkirina Ceylan Onkol a 12 salî ya ku bu hedefa guleya hewanê, 14 sal derbas bûn. Di vê pêvajoyê de ne gumanbarek îfade da û ne jî kiryar eşkere bûn. Dîmenên dayika wê ya ku parçeyên cenazeyên keça xwe kom dike di bîra me de man.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Ceylan Onkol di 28’ê Îlona 2009’an de li gundikê Xambaz ê girêdayî gundê Şênê yê navçeya Licêya Amedê dema pez diçêrand bi hawana ku ji qereqola Yaylayê hat avêtin jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Ceylan Onkol a 12 salî bi saetan li cihê ku hat qetilkirin ma. Dayika Salîha Onkol piştî çend saetan xwe gihand keça xwe û bi dawa xwe perçeyên bedena keça xwe berhev kir. Cenazeyê Ceylan Onkol a parçebûyî bi alîkariya gundiyan ji nav pelên dara berûyê hatin berhevkirin.

‘Min kezeba wê girt û li singa xwe xist’

Salîha Onkol, serpêhatiya xwe ya dema çûye cihê ku keça wê lê hatiye qetilkirin anî ziman û wiha got: “Kurê min destpêkê çû, dît ku bizinek e û ji bizinê xwîn tê. Piştre Ceylanê ferq kir. Jixwe dest bi qîrînê kir. Ji bo ku ez nebînim kincên xwe ji xwe kir û avêt ser Ceylanê. Ez jî çûm, piştre dema ku min Ceylanê wisa dît ez ji ser hişê xwe çûm. Kezeba wê ya parçebûyî li erdê bû, min ew hembêz kir. Min kezeba wê girt û li sînga xwe xist.”

‘Cenazeyê wê 6 saetan li erdê ma’

Salîha Onkol diyar kir ku cenazeyê Ceylan Onkol 6 saetan li erdê maye û wiha got: “Kes nehat, ambulans, dozger, leşker û polîs. Ceylanê serê sibê saet di 11.30’an de jiyana xwe ji dest da û 6 saetan li erdê ma. Me agahî da dozger, polîs û keljeran lê qet nehatin. Dozger hat Qereqola Abaliyê. Sedema nehatina wê derê wekî ‘herêma terorê’ diyar kir. Ger ew biçûya wir, wan nikaribûn ewlehiya wî bigrin. Îmam an jî keya ew dîmen girtine. Me Ceylan bi dîmenan re bir Qereqola Abaliyê û li wir otopsiya wê kirin. Wan îdia kir ku sedema mirina wê ew e ku wê pê li mayînê kiriye. Em heta saet 20.00’ê êvarê li wir man. Piştre me dîsa anî malê.”

Ceylan zaroka herî biçûk a malbata Onkol bû. Ceylan xwest bibe dozger an jî parêzer lê mafê wê yê jiyanê ji dest hat girtin. Di ser qetilkirina Ceylanê re 14 sal derbas bûn. Êşa malbata Onkol qet kêm nebû. Di vê pêvajoyê de ne gumanbarek îfade da û ne jî kiryar eşkere bûn.

Ceylan Onkol di rapora leşkeran de hat tawanbarkirin!

Dozger piştî 3 rojan bi gotina “Ewlehiya min nîn e” çû cihê bûyerê. Der barê mirina Ceylan Onkol de ji aliyê Fermandariya Cendirmeyan û Polîsan ve rapor hatin amadekirin. Di vê raporê de hat îdiakirin ku Ceylan Onkol ‘bi tahra (kêra kezaxtinê) li teqemeniyê xistiye.’ Malbata Onkol diyar kir ku serê kêra ku hatiye bikaranîn zirarê nedîtiye, tenê di nîvê de xwar bûye û vê jî îspat kiriye ku zarok bi kêrê li bombeyê nexistiye. Malbatê anî ziman ku xwestine kêrê wekî delîl bidin dozger lê dozger qebûl nekiriye.

‘Di pozîsyona parastinê de jiyana xwe ji dest da’

Pisporê Tiba Edlî ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Kocaeliyê Prof. Dr.Umît Bîçer di rapora serbixwe ya ku amade kir de diyar kir ku Ceylan Onkol “di pozîsyona parastinê de jiyana xwe ji dest daye.” Parêzeran diyar kirin ku ev tesbît îdiaya ku gule ji tabûra cendirmeyan a li nêzî gundikê ku Ceylan Onkol lê jiyana xwe ji dest da hatiye, xurtir dike. Piştî vê raporê tiştên ku di rapora cendirmeyan de hatin diyarkirin di rapora ku li ser daxwaza dozgeriyê ji aliyê Saziya Makîne û Pîşesaziya Kîmyewî (MKE) ve hatibû amadekirin de hatin dubarekirin.

Lêpirsîn bi neşopandinê bi dawî bû

Serdozgeriya Komarê ya Licê ku lêpirsîna qetilkirina Ceylan Onkol dimeşand, di sala 2010’'an de dema ku lêpirsîn berdewam dikir biryara “veşartinê” dabû dosyayê. Di 4’ê Nîsana 2013’an de bi hinceta “Delîlên ku sûc pêk hatine tune ye” lêpirsîn bi neşopandinê bi dawî bû. Di 30’ê Nîsana 2014’an de Serdozgeriya Komarê ya Licê destnîşan kir ku delîl û raporên di dosyayê de ji bo tesbîtkirina kiryaran têrê nakin û ji bo dosyayê “biryara lêgerîna daîmî” da û dosya ji bo demboriyê ma. Mirina Ceylan Onkol wek “sûcê mirina ji ber îhmalê” hat qebûlkirin û ji hêzên bazbend hat xwestin ku heta dema demboriyê xilas dibe ji bo lêgerîn û tesbîtkirina kiryaran “salê carekê bi rêkûpêk” agahî bidin dozgeriyê.

Lêpirsîna li dijî leşkeran jî hat girtin

Lêpirsîna der barê efserên leşkeran ên ku Serdozgerê Komarê yê Licê Mustafa Kamîl Çolak ji ber ewlehiyê nebirin cihê bûyerê, di sala 2013’an de jî bi biryara “Pêdivî bi peyketinê nîn e” hatibû girtin.

DMME’ê got; ‘Xemsarî nîn e!’

Hemû nerazîbûnên parêzerên malbata Onkol ên li ser biryara veşartina dosyayê ya di dema lêpirsînê de berdewam dikir, hatin redkirin. Parêzerên ku di sala 2010’an de dosya biribûn Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), ji ber ku lêpirsîn bi bandor û bêalî nehat kirin, kûrkirina lêpirsînê hat redkirin, tevî ku dem derbas bû jî doz nehat vekirin û gumanbar nehatin dîtin. Di Gulana 2012’an de cara duyemîn serî li DMME’ê dan. 5 sal şûnde di 17’ê Çileya 2017’an de DMME’yê biryar da ku “Di warê lêpirsîna bi bandor û mafê jiyanê de tu xemsarî tune ye.”

Wezareta Karên Navxweyî sûcdar dît

Malbata Onkol bi hinceta ku di teqînê de berpirsyar û xemsarî heye, serî li 2’emîn Dadgeha Îdareyê ya Amedê da û ji bo 100 hezar TL tazmînata madî û 150 hezar TL jî ji bo zirara menewî li dijî Wezareta Karên Hundir doz vekir. Dadgehê daxwaza tazmînata manewî ya malbatê red kir û biryar da ku 28 hezar û 208 TL tazmînata madî bide malbatê. Malbatê temyîza biryarê kir. 10’emîn Daîreya Şûraya Dewletê serlêdana malbatê qebûl kir. Di biryara bi piraniya dengan de wiha hat gotin:

“Ji ber ku hebûna cebilxaneyên neteqiyayî li devereke ku timî ji aliyê mirovan ve tê bikaranîn û li nêzî devereke niştecihbûnê ye, nîşan dide ku karûbarên ewlehiyê ya ku ji hêla rêveberiya tawanbar ve hat peydakirin bi rêkûpêk nayê meşandin, hat encamdan ku kêmasiyek xizmetguzariyê heye. Ji ber vê sedemê di biryara dadgehê ya der barê çareseriya kêşeyan de li gorî zagona bi hejmara 5233’an lêketinek hiqûqî nîn e.”

Ji ber guleyên leşker û polîsan mirina zarokan berdewam kir

Piştî ku ev dosya bi polîtîkaya bêcezakirinê hat girtin, mirina zarokên li Kurdistanê ji ber guleyên leşker, polîs û qezayên wesayîdan berdewam kirin. Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a sala 2021’ê di navbera salên 2011-2021’ê de 228 zarokan jiyana xwe ji dest dane û 64 ji wan ji aliyê polîs û leşkeran ve hatine qetilkirin.

‘Dosyayeke mînak a polîtîkaya bêcezakirinê ye’

Parêzera mafên mirovan Rehşan Bataray Saman ku dema Ceylan Onkol hat qetilkirin rêvebera Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê bû, der barê dosyaya Ceylan Onkol de nirxandinan kir. Rehşan Bataray Saman da xuyakirin ku dosyaya Ceylan Onkol yek ji dosyayên mînak ên polîtîkaya bêcezakirinê ya Tirkiyeyê ye.

‘Dayika wê bi destên xwe perçeyên cenazeyê wê kom kirin’

Rehşan Bataray Saman, diyar kir ku ew weke ÎHD’ê çûne gundê ku Ceylan Onkol lê hat qetilkirin û diyar kir ku ne dozger û ne jî cendirme neçûne cihê teqînê û malbat bi gundî û parêzeram re delîlan kom kirin û birin dozgeriyê. Rehşan Bataray Saman wiha got:

“Dayîka wê tevî gundiyan cenazeyê Ceylan bi destên xwe kom kir û radestî dozgeriyê kir. Ev wêneyek e ku kes ji me tu carî ji bîr nake. Dozgerî jî ewlehî kir hincet û neçû cihê buyerê lêkolînan jî bike. Piştî îsrar û zextên me dozger li cihê bûyerê lêkolîn kir. Otopsî jî li odeyeke cendirmeyan berovajî rêzikên qanûnî hat kirin. Me ji kêliya yekem ve şopand û ev dosya ji kêliya yekem ve bi rengekî neqanûnî hate meşandin.”

‘Di dosyayên wiha de bêcezakirin bi berdewamî tê meşandin’

Rehşan Bataray Saman, anî ziman ku di rewşên wiha de bêcezakirin bi berdewamî tê meşandin û wiha got: “Delîlên bûyerê ji aliyê cendirmeyên wek gumanbar dihatin dîtin ve hat girtin û mazbeta hat girtin. Wekî alternatîfa van, me bi hemû raporên berfireh ên di dosyayê de pêşkêşî dozgeriyê kir. Daxuyaniya dozgeriyê ya ‘Piştî ku Ceylan bi tiştekî metal lîstiye teqîn pêk hat’ bi raporên zanistî û zelal hat rizandin. Lê mixabin bi salan bê darizandin ma û îfadeya kesekî di dosyayê de wek gumanbar nehat girtin. Dosya bi vî awayî hat girtin.”

‘Kiryar ji polîtîkaya bêcezakirinê cesaretê digrin’

Rehşan Bataray Saman, diyar kir ku piştî ku sûcdarên Ceylan Onkol bêceza man binpêkirinên mafan ên gelekî girantir rû dan û destnîşan kir ku ev binpêkirin bi polîtîkaya bêcezakirinê bi dawî bûne. Rehşan Bataray Saman, bal kişand ser vê yekê ku kiryaran bi wêrekiya ji vê polîtîkayê girtine tevdigerin û got: “Bi salan e polîtîkaya bêcezakirinê tê meşandin. Karbidestên asayîşê pir di wê baweriyê de ne ku ew ê ji ber bûyerên ku wê di dema çalakî û operasyonekê de biqewimin, çi bi qestî û çi ne qestî, neyên cezakirin. Ew dizanin ku bi salan e tu kes nehatiye cezakirin û ji xwe bawer tevdigerin ku ew jî nayên cezakirin.”

‘Bûyer her ku diçe zêde dibin’

Rehşan Bataray Saman, dosyaya Ugur Kaymaz ê ku hat qetilkirin weke mînaka polîtîkayên bêcezakirinê bi bîr xist û got: “DMME’ê di vê dosyayê de biryara binpêkirinê dabû, lê tu kes li vir nehat cezakirin. Dîsa dosyaya Mehmet Uytun û dosyayên bi vî rengî ya ku tê de bi dehan zarok hatin qetilkirin heye. Ger berpirsyar rastî ceza bihatana û li ser wan lêpirsînek bi bandor bihatiba kirin, wê bi baldartir nêzîkatiya dozên piştre bihatina kirin. Mantiqê cezakirinê ev e, çêkirina rêgirtinê ye. Lê mixabin ji ber ku tu ceza di van bûyeran de nîne, bûyer her ku diçin zêde dibin.”

‘Ger dosya bi bandor werin vekirin dê pêvajoya astengkirî were paqijkirin’

Rehşan Bataray Saman, anî ziman ku binpêkirinên giran ên mafên mirovan herî zêde li erdnîgariya ku Kurd lê dijîn pêk tên û got ku ev rewş ne tesaduf e, sedemeke siyasî heye. Rehşan Bataray Saman, anî ziman ku divê daraz di vê pêvajoyê de erka xwe pêk bîne û rê li ber pêvajoya astengbuyî veke û wiha dewam kir:

“Hema bêje di hemû dosyayan de polîtîkaya bêcezakirinê tê sepandin. Bêcezabûn bi dîroka Tirkiyê re û bi awayekî pir bi îstîkrar derbas dibe. Binesaziyek ya vê jî heye. Ya ku divê daraz bike bi rastî pir zelal e, lê lêpirsîn bi bandor nayên meşandin. Dosyayên binpêkirinên mafan ên giran di refên dozgeran ên bi toz de dimînin. Ger ev dosya bi awayekî bi bandor ji aliyê darazê ve bên vekirin, wê rê li pêşiya vê pêvajoya astengbûyî bê vekirin. Em wisa difikirin ku divê daraz bibe pêşeng û cihê destpêkê.”