Bavê destdirêjî li keça xwe kir hat binçavkirin

Hasan Tunçlar ê destdirêjî li keça xwe kir û dîmenê wê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî par kir hat binçavkirin.

Navenda Nûçeyan - Li Îzmîrê, zilamê bi navê Hasan Tunçlar destdirêjî li keça xwe kir û dîmenê wê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî par kir. Di medya civakî de li dijî dîmen bertekekên mezin hat nîşandan. Di demekî kurt de dîmen bi hashtaga #HasanTûncBilaBêgirtin (#HasanTûnclarTutuklansin), bû rojev. Piştî parvekirina dîmen polîsan Hasan Tunçlar binçav kir. Hat zanîn ku Hasan Tunçlar li Miduriyeta Polîsan a Îzmîrê tê ragirtin. Piştî kirariyên miduriyetê wê sewqî edliyeyê were kirin. Hat zanîn ku Wezareta Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê zarokê girtiye bin ewlehiyê.