Banga TAJÊ ya li rêveberên Îraqê: Leşkeran ji nav sivîlên li Şengalê derxin
Komîteya Têkiliyan a Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji Serokomarê Îraqê û Serokwezîrê Îraqê re nameyek şand, diyar kir ku divê Îraq leşkerên xwe ji navenda Şengalê derxîne.

Şengal- Komîteya Tekiliyan a TAJÊ ji Serokomarê Îraqê Ebd El-Letîf Reşîd û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîa Sûdan re li ser rewşa aloz a Şengalê nameyek nivîskî şand. TAJÊ di nameya xwe de diyar kir ku rewşa aloz a li Şengalê wê bandora nebaş li ser aramî û pêkve jiyana aram a Şengalê bike. TAJÊ da zanîn ku divê tavilê êrîşên li dijî Êzidiyan bên rawestandin û rewşa aloz were bidawîkirin û hikûmeta Îraqê rêz ji Hêzên Berxwedana Şengalê re bigre.
‘Hêza Şengalê ji keç û xortên Şengalê ava bûye’
TAJÊ bi bîr xist ku di 8’ê Tebaxa 2014’an de fermana 74’an li ser civaka Şengalê pêk hatiye û gelê Êzidî bi qirkirinê re rû bi rû maye. Nameya TAJÊ wiha berdewam kir: “Di demeke wisa de ku xiyanet li civaka Êzidî hat kirin, hikûmeta Îraqê pişta xwe da civaka Êzidî û ew neparastin. Hêza YBŞ’ê û YJŞ’ê ku ji keç û xortên Şengalê ava bû, ji bo parastiana axa Şengalê li hemberî DAIŞ ‘ê berxwedanek bi rûmet nîşan da. Bi bedêlên mezin, êrîşên DAIŞ’ê şikandin û rûmeta tevahiya Îraqê parastin.”
‘Metirsiyên mezin li ser sivîlan hene’
TAJÊ destnîşan kir ku di 18 Adarê de ji aliyê arteşa Îraqê ve li navenda Şengalê, êrîşek çekdarî li hemberî wesayîta YBŞ’ê pêk hatiye û di encamê de 3 şervanên YBŞ ê birîndar bûne. TAJÊ da zanîn ku niha jî gelek wesayîtên zirxî yên şer di bajêr de hatine bicîhkirin û wiha pê de çû: “Ev rewşa heyî li ser sivîlan xeterî ava dike û di nava wan de rewşeke metirsîdar ava kiriye. Di heman demê de bicîhbûna artêşek şer a di nav sivîlan de, li dijî zagonên navnetewî ye. Deh sal zêdetir di ser fermana 3’yê Tebaxa 2014’an re derbas bû. Lê hê jî hikûmeta Îraqê jenosîd nas nekiriye.”
TAJÊ diyar kir ku ji aliyekî ve hikûmeta Îraqê biryara efûya giştî dide ku DAIŞ’iyên jenosîd pêk anîne bên azadkirin, herî dawî jî artêşa Îraqê êrîş dibe ser zarokên Êzidiyên ku şerê DAIŞ’ê kirin û herêm rizgar kirin. TAJÊ bi bîr xist ku YBŞ û YJŞ ev 10 sal in herêma Şengalê bi hemû pêkhateyên wê ve ji xeteriyan diparêze û wiha got: “Li şûna ku hikûmeta Îraqê vê hêzê nas bike de, êrîş dike.
‘Divê êrîşên li ser Êzidiyan bên rawestan’
TAJÊ ragihand ku trajediya fermana 74’an hê di nava jin, zarok û civaka Êzidî de zindî ye û wiha got: “Hê jî beşek ji civaka Êzidî koçber in, her wiha bi hezaran mirovên Êzidî di destê DAIŞ’ê de ne û çarenûsa wan ne diyar e. Em wek jinên Êzidî û civaka Êzidî êdî naxwazin ku li ser axa me xwîn were rijnadin û ti kes zirarê bibîne.”
Daxwazên TAJÊ yên ji Serokwezîr û Serokomarê Îraqê
TAJÊ da zanîn ku ji ber wê jî TAJÊ ya ku bi salan e ji bo jiyanek azad, aram û aştiyê têdikoşe, ji rayedaran hinek daxwazan dike û ev daxwaz hiha rêz kirin: “Bila şervanên YBŞ ê yên ku di destê arteşê de hatine binçavkirin werin berdan. Hêzên girêdayî firqeya 20’an a artêşa Îraqê bila ji Şengalê ji nav sivîlan derkeve. Êrîşên li dijî Êzidiyan bila bên rawestandin û rewşa aloz were bidawîkirin. Pêwîst e hikûmeta Îraqê rêzê li YBŞ’ê û YJŞ’a hêza ku li dijî DAIŞ’ê şer kirine û axa Îraqê parastiye bigre û nas bike.”