Banga lezgîn ji bo paqijkirina mayîn û bermahiyên şer li Sûriyê

Bermahiyên şer li gelek parêzgehên Sûriyeyê gefê li jiyana sivîlan bi taybetî zarok, cotkar û şivanan dixwe. Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûryeyê banga tedbîrên lezgîn dike.

Navenda Nûçeyan – Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê hişyarî da ku paşguhkirina mijara mayîn û teqemeniyên neteqiyayî (UNO) piştî 14 teqînên bermahiyên şer di 15 rojan de, bêtir sivîlan, bi taybetî zarok, cotkar û şivanan dixe xetereya mirin û birîndarbûnê. Çavdêriyê bang li rayedar û rêxistinên peywendîdar kir ku berpirsiyariyê  bigirin ser xwe û tavilê mayîn û bermahiyên din ên şer rakin.

Bermahiyên şer li deverên cûda yên Sûriyeyê jiyana sivîlan dixin xetereyê. Di nîvê yekem ê Cotmehê de, Çavdêriyê 14 teqînên mayîn û teqemeniyên neteqiyayî belge kir. Di encama van teqînan de du zarok mirin û 12 sivîl birîndar bûn, ku şeş ji wan zarok bûn.

Bûyer li Hema, Reqa, Deraa, gundewarên Şamê, Suweyda, Dêra Zorê, Heleb û Humsê belav bûn, bandor li zarokên li nêzîkî xanîyên terikandî an jî şivantiya pez kirin, her wiha cotkar û şofêrên ku li zeviyên çandiniyê û li ser rêyan dixebitin kir. Ev yek xetereyên berdewam ên ku niştecih di jiyana xwe ya rojane de jî pê re rû bi rû dimînin nîşan dide. Ji ber ku mayîn û teqemeniyên neteqandî gefê li jiyana sivîlan dixwin.

Ji bo vê yekê, Çavdêrgeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê bang li rayedar û rêxistinên peywendîdar kir ku berpirsiyariyên xwe bi cih bînin û tavilê mayîn û bermahiyên şer ji deverên niştecihbûnê, erdên çandiniyê, deverên çêrandina pez û rêyên ku sivîl bikar tînin paqij bikin û lêkolînek berfireh a meydanî bikin da ku deverên qirêj werin destnîşankirin, ewle bikin û rê li ber gihîştina van deveran bigirin heya ku bi tevahî bên paqijkirin..

Wekî din, Çavdêr hewcedariya nîşanên hişyariyê yên zelal li deverên xeternak û destpêkirina kampanyayên hişyariyê yên berfireh ên ku zarok û nifûsa herêmî hedef digirin, destnîşan kir. Ji ber mirin û birîndarbûna berdewam a ji ber teqînan ku jiyana sivîlan digirin û rûtînên wan ên rojane tehdît dikin. Wê tekez kir ku tedbîrên rûkalî ji bo kêmkirina xetereyên rastîn têrê nakin. Çavdêriyê hişyarî da ku berdewamiya paşguhkirina vê pirsgirêkê bêtir sivîlan, nemaze zarok, cotkar û şivanan, dixe xetereya mirin û birîndarbûnê. Tekez kir ku parastina jiyana giştî tedbîrên lezgîn û cidî hewce dike û divê ew kesên ku gavên pêwîst ji bo kêmkirina van xetereyan neavêjin berpirsiyar bin.