Azîza Heso: Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinên pêşeng tên hedef girtin

Ji Meclîsa Jinan a PYD'ê Azîza Heso, diyar kir ku dewleta Tirk di êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jinên pêşeng hedef digre û wiha got: "Divê civaka navneteweyî û rêxistinên jinan li gel jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bin."

DELAL REMEZAN

Hesekê-   Seroka Meclîsa Jinê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Azîza Heso, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxand. Azîza Heso bal kişand ku jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşengiya şoreşa dikin, di avakirina aştî û demokrasiyê li herêmê de roleke girîng dilîzin û wiha got: "Dewleta Tirk a ku êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, bi taybetî hedef girtina jinên pêşeng, hewl dide îrade û nasnameya wan tune bike.”

‘Jinan di tevahiya dîrokê de têkoşîna xwe ya li dijî feraseta mêr domandin’

Azîza Heso, da zanîn jin çawa ku malbat û aşîretan perwerde dikin, xwedî jêhatibûna girtina biryarên dê civakan pêşbixe jî ne û got ku jin di tevahiya dîrokê de ji duh heta îro di bin her şert û mercan de têkoşîna xwe li dijî feraseta mêr domandin. Azîza Heso da zanîn ku dîrok şahidî ji hêz, zanebûn û cesareta jinê kiriye û wiha axivî: "Rêjîmên zextkar û otorîter bi salan bi jinan re şer kir û ji ber ku jêhatibûnên wan a rêveberiya welat hewil da jinan ji qada siyasetê dûr bixin. Wekî di mînakên Zenûbiya û Kleopatra de tê ditîn, jinên bûn lîdera împaratoriyan çêbûn.”

‘Bi Rêveberiya Xweser re jinan di her qadê de cih digrin’

Azîza Heso da zanîn ku beriya şoreşa Rojava hebûna jinan di qada siyasî de qels bû û jin di nava meqamên biryar girtinê de cih negirtin û diyar kir piştî ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rêveberiya Xweser hat avakirin, hebûna jinan a di qada sîyasî de zêdetir bû. Azîze Heso diyar kir piştî şoreşê jinan dengê xwe dikarin bigihînin û got ku jinan wek hemû qadan di qada siyasî û leşkerî de jî cih digrin û tevlî pêvajoyên biryar girtinê dibin.”

‘Dewleta Tirk dest bi hedefgirtina jinên pêşeng kir’

Azîza Heso, balkişand ku lêbelê serkeftin û destkeftiyên jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidest girtine ji aliyê dewleta Tirk ve tên hedefgirtin û wiha axivî: "Dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşan pêktîne û dest bi hedefgirtina rêveber, çalakvan û siyasetmedarên herêmê kir. Bi taybet jinan hedef digre, ji ber ku dixwaze di şexsê jinan de Kurdan ji holê rake, lê dizane ku hemû planên wî dê pûç be.”

'Jin dê dest ji berxwedanê bernedin'

Azîze Heso destnîşan kir ku ew ê li dijî pêkanînên DAIŞ û çeteyên Tirk ên ku hewl didin jinan ji holê rakin gav paşve navêjin û wiha got: "Tevî hemû binpêkirinên ku ji bo durxistina jinan ji têkoşînê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin, dê jin dev ji berxwedanî û bidestxistina serkeftinê bernedin. Êrîşên dewleta Tirk tenê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, wek tê zanîn dewleta Tirk di sala 2013’an de li paytexta Fransayê Parîsê Sakîne Cansiz û hevrêyên wê jî qetil kir. ”

'Divê civaka navneteweyî li gel jinan be'

Azîze Heso, dest nîşan lir ku Tirkiye ji jinan û fikrên wan ditirse û axaftinên wiha domand:

“Dewleta Tirk a dagirker sibeha roja 20’ê Hezîranê, bi balafirên keşfê êrîş bir li ser gundê Til Şeîr a bakurê rojavayê navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişloyê. Di êrîşê de Hevseroka Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, Cîgira wê Leman Şiwêş û hemwelatiyê bi navê Firat Tûma jiyana xwe ji dest dan. Bivî awayî bi dehan jin tên hedef girtin û qetilkirin.Bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan me xwe nas kir û mafên xwe nas kir. Banga min ji jinan re; Bila heqîqeta xwe nasbikin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin, lêbelê divê civaka navneteweyî û rêxistinên jinan jî ji bo dawî anîna pêkanînên dewleta Tirk li gel jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bin.”