Ayşegul Dogan: Gel li benda gavên şênber e

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê diyar kir ku dewlet û desthilat gavên şênber navêje û got: “Hem siyaset hem jî civak li benda gavên şênber e.”

Navenda Nûçeyan – Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, têkildarî geşedanên di rojevê de li navenda giştî ya partiya xwe daxuyanî da.

Ayşegul Dogan, destpêkê bal kişand ser daxwaza betalkirina lijneya giştî ya CHP’ê û got ku ev ne meseleya CHP’ê ye, meseleya demokrasiya Tirkiyeyê ye û xwest ev nêzikatî were bidawîkirin. 

Ayşegul Dogan, bal kişand ser civîna MYK’a partiyê û got ku yek ji rojeva herî girîng  muxalefeta civakî û ya siyasî bû. Ayşegul Dogan diyar kir ku yek ji tişta herî zêde girîngiyê didinê jî xurkirina lingê civakî yê pêvajoyê ye û got: “Civakîbûn, li ser bingeha dijbertiya pêvajoyê ava nabe. Ev senaryoyeke xetere ye. Hêj di serî de em kesên van lîstikan dilîzin hişyar dikin. Israra di neçareseriyê de bi xwe re dê êşê bîne. Lewma divê li şûna neçareseriyê, her kes piştgiriyê bide çareseriyê. Kesên van lîstikan dilîzin divê bizanin ku dê bi ser nekevin.” 

'Gel li benda gavên şênber e’  

Ayşegul Dogan anî ziman ku her kes pirsa “pêvajo di kîjan astê de ye” dike û wiha domand: “Raya giştî geşedanên erênî nabîne lewma pirsên neyînî dike. Ji bo bêbaweriya heyî ji holê were rakirin, gel dixwaze gavên şênber bibîne. Hem siyaset hem jî civak li benda gavên şênber e.”  

'Pêvajo, bi banga birêz Ocalan re derbasî qonaxeke pir cuda bû’  

Ayşegul Dogan, destnîşan kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bangekî stratejîk e û wiha got: “Pêvajo, bi banga birêz Ocalan a 27’ê Sibatê re derbasî qonaxeke pir cuda bû. Ne bangekî taktîkî ye. Divê bi giştî were nirxandin. Ji mafê hêviyê heta hatina wî ya Meclîsê, gelek tiştên hînbûnên heyî hildiweşand hatin kirin. Ev gelek biqîmet bûn.”  

‘Divê li birêz Ocalan guhdarî bikin 

Ayşegul Dogan bal kişand ser gotina Serokê Meclîsê Nûman Kurtulmuş ku digot “Dê rapor were amadekirin û li ser sererastkirinên qanûnî bisekinin” û wiha axivî: “Daxuyaniyeke dereng e lê girîng e. Em dixwazin Meclîs mesaiya aştiyê bike. Hêvîdarim serdema pêş bileztir bixebite û li ser sedemên esasî yên pirsgirêka Kurd were axaftin û pêşniyar bên kirin. 

Em careke din bang dikin ku komîsyon li birêz Ocalan guhdarî bike. Divê komîsyon li nerîn û pêşniyarên birêz Ocalan guhdarî bike. Ev yek mecbûriyeteke. Birêz Ocalan aktorek e û divê teqez lê were guhdarîkirin.  

Tecrîd didome 

Sivikkirina tecrîda li Îmraliyê nayê wateya bidawîbûna tecrîdê. Piştî bi salan cara ewil e parêzer çûn serdanê. Jixwe ev divê were kirin. Me gotibû ku dê şandeyeke ji hevserokên me yên giştî û endamên MYK’ê biçe serdanê. Em dixwazin ev pêk were. Divê birêz Ocalan bikare ji bilî DEM Partiyê bi derdorên cuda re jî hevdîtinan bike.”  

Mafê Hêviyê 

Ayşegul Dogan bal kişand ser biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya têkildarî “Mafê Hêviyê” ya Abdullah Ocalan û got ku ev mijar bandorê li jiyana 4 hezar û 350 girtiyan dike. Ayşegul Dogan, got ku divê biryara DMME’yê tavilê were cîbicîkirin.