Ayşe Surucu ya HDP'yî: Deriyên Îmraliyê vekin

Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu bi van gotinan bang li Wezareta Dadê ya Tirk kir: “Tecrîdê bi dawî bikin û deriyên Îmraliyê vekin. Divê malbat û parêzer demil dest bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin.”

Enqere - Nobeta Edaletê ya parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo dawî anîna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike dabûn destpêkirin di roja 29’emîn de berdewam kir. 

Parlamenterên HDP’ê Kemal Pekoz, Fatma Kurtulan, Feleknas Uca, Muazzez Orhan, Abdullah Koç, Ayşe Surucu, Mûrat Çepnî, Saît Dede, Şevîn Coşkun û Erdal Aydemîr, li baxçeyê Meclisê daxuyanî dan. 

Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu ya di daxuyaniyê de axivî, balkişand ku ev 2 sal in ji Abdullah Ocalan tu agahî jê nayên girtin wiha pirsî, “Gelo Girava Îmraliyê girêdayî ku derê ye?” Ayşe Surucu wiha got: “Girêdayî Tirkiyeyê nîn e, bi qanûnên taybet tê birêvebirin.” Ayşe Surucu diyar kir ku tecrîd li hemû girtîgehan berdewam dike û anî ziman ku ji sala 2015’an vir ve tecrîd kûrtir bûye û cenazê ji girtîgehan derdikevin.

'Şer û kaos kûrtir bû’

Ayşe Surucu, der barê bandorên polîtîkayên tecrîdê yên li ser civakê de jî wiha axivî: “Birêz Ocalan şexsek nîne, her kes bi rola wî ya çareseriyê dizane. Birêz Ocalan ji bo aştiyê bi sala ye di nava hewldanên mezin de ye. Di navbera 2013-2015’an de bi birêz Ocalan re hevdîtin hatin kirin. Ji bo çareseriya demokratîk hevdîtin hatin kirin. Ji 5’ê nîsanê heta niha jî polîtîkaya neçareserî û tecrîdê di meriyetê de ye. Şer û alozî kûr kirin. Weke HDP’ê em ê ji bo aştiyê têkoşîna xwe bidomînin.” 

Bang li Wezerata Dadê kir

Ayşe Surucu bi bîr xist ku ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxwazên wan hene, da zanîn wezaretê bersiv nedaye van serlêdanan û wiha got: “Heta ku tecrîd bidome dê têkoşîna me jî bidome. Banga me ji bo Wezareta Dadê ye; tecrîdê bi dawî bikin û deriyên Îmraliyê vekin. Divê malbat û parêzerên birêz Ocalan bikarin pê re hevdîtinan bikin.”