Ayla Akat Ata: Têkoşîna me didome

Endama TJA’yê Ayla Akat Ata ya ji sala 2018’an ve girtîbû, duh tehliye bû, bi gotinên; “Têkoşîna me didome” diyar kir ku pêvajoya li pêş dê destpêkeke ku îradeya gel were pejirandin bi xwe re bîne.

Amed- Li dijî êrişên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê di rojên 6-8 Cotmeha sala 2014’an de çalakiyên protestoyî hatibûn lidarxistin. Ji ber wan çalakiyan, der barê 108 kesên ku 18 jê girtî, di navbera wan de  hevserokên HDP’ê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî hebûn de doz hatibû vekirin. Danişîna biryarê roja 16’ê Gulanê, li Kampusa Girtîgeha Sîncanê hat dîtin. Ji bo siyasetmedar û endama Tevgera Jinên Azad Ayla Akat Ata ku ji sala 2018’an ve girtîbû, di danişîna duh de 6 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat dayîn. Dûre bi bilindkirin û daxistinê 9 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn û hat tehliyekirin.

Ayla Akat Ata ya ku duh ji Girtîgeha Girtî ya Sîncanê bi 4 siyasetmedaran re hat tehliyekirin, ji ajansa me re nirxandin kir, ji bo piştgiriya jinan û gel her wiha têkoşîna wan spasî kir û diyar kir ku dê têkoşîn di her warî de bidome.

‘Ji bo hevalên me yên girtî em xemgîn in’

Ayla Akat Ata bal kişand ku doza Kobanê rojeva esas a salên dawî bûye û axaftina xwe wiha domand: “Ji doza ku 3 sal in li Tirkiyeyê di rojevê de yek ji hevalên ku tehliye bûn ez im. Em bi xemgînî ji girtîgehê derketin. Hem ji ber ku bi deh salan ceza li hevalên me yên dosyayê birîn, hem jî hevalên ku li dû me man em xemgîn in. Girtîgeh cihên girîng ên têkoşîna bi salan in. Têkoşîna ku bi salan e gelê me didomîne û nirxên ku bi bedelan hatine dayîn hene.

Em li ber têkoşîna gel bi rêzdarî xwe ditewînin

Di heman demê de ji ber ku em perçeyek vê têkoşînê ne em şanaz in. Ez bawer dikim ku di pêvajoya li pêşiya me de dê pêvajoyeke ku îradeya gel were pejirandin bi xwe re bîne. Di vê merheleyê de gelek tiştên ku werin gotin hene. Beriya her tiştî em ji gel û partiya me ya ku ne germa havînê ne jî sermaya zivistanê bandorê li wan kir û me bi tenê nehiştin re spasî dikin. Ev yekitî û bihevrebûn, nîşan dide ku li welat gelek tişt dikarin werin guhertin. Tevî zehmetiyeke ewqas mezin jî em perçeyek ji berxwedana ku hatiye nîşandan û tiştên hatine bi destxistin in. Ev têkoşîn didome. Em li gel pîroz dikin, li pêşiya ked û nirxên ku gel afirnadine em bi rêzdarî xwe ditewînin.”