‘Avabûna Rêveberiya Xweser ji bo dijmin bersîvek bû’

Endama Koordînasyona Kongra Star Hêvî Silêman diyarkir ku jinan bi ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re derbeyeke mezin li pergala desthilatdar xistin û berisvek dan dijmin.

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo- Hêvî Silêman yek ji wan jinên ku tevgera azadiyê di fikrê xwe de hembêzkiriye û xwe nav de kûr kiriye.  Yek ji damzerînerên Saziya Zimanê Kurdî (SZK) û niha Endama Koordînasyona Kongra Star e. Hêvî Silêman a der barê 60 salên tecrûbeyên xwe ya di nav şoreşê de, ji ajansa mere parve kir.

‘Me malên xwe veguherandin dibistanên Zimanê Kurdî’

Hêvî Silêman diyarkir ku rejîma Baas li dibistanan binê nave jinên welatparêz xêz dikir û wiha behsa pergala xwendinê kir: “Min sê salan zanîngeha beşê wêje û pîşeyî xwend, lê belê min temam nekir, ji ber mamasoteyan wê demê binê navên xwendevanên jin ên welatparêz xêz dikir û li pêşiya xwendina wan dibûn asteng,  ez jî yek ji wan kesan bûm. Li ser qerezê rejîmê, ser dîwanên Cegerxwîn ez zimanê kurdî hîn bûm. Ji bo bersivdayina siyaseta înkara Gelê Kurd, ji bo keç, jin û giştî ferdên civakê me malên xwe veguherandin dibistanên zimanê Kurdî. Bi eşqa hînbûna zimanê dayikê, jinan dikarîbû qedexeya ewqas sal li ser ziman rakin. Hêjmarekî ne ji rêzê ye ku di salên 2002-2003'an de 30 mamoste bawernameyên zimanê Kurdî bigrin. Wergirtina min ji bawernameyê re çavkanî ji hêza gelê me bû, gel bawernameya mamostatiyê da min. Xwendekarên rejîmê ji zanîngehan, me ji gelê xwe bawername digirt. Li ser heman çandê, min keçên xwe jî fêr kirin û wekî xwe kirin mamosteyên zimanê Kurdî. Dîtina xwendekarên me, bûyîna mamosteyên zanîngehan, ji bo me şanaziyeke. Ji bo em doza gelê xwe bi derdorê bidin fêmkirin, hînbûna zimanên netewên din pir girîng e.”

‘Ragihandina Rêveberiya xweser, ji bo dijmin bersîveke’

Hêvî Silêman da zanîn ku jinan bersiveke xurt dane dijmin û wiha got: “Di dema şehadeta rêhevala me Şîlan Kobanê , wekî helwesta li hember îstixbaratên rejîma Baas, Iraqê û hemû hevkarên wan, me asta rêxistinbûyîna xwe xurtir kirin. Me PYD û Yekîtiya Star aniha bi Kongra Star tê nasîn damezrandin. Armanca me jin bûn, jin bikaribin di nav civakeke girtî, çawa xwe binase û bikaribe di jiyan û pêvajoya ku têde derbas dibe, bibe xwedî biryar û bikaribin çarenûsa xwe diyar bikin. Îlankirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û bûyîna xwedî statûyek li ser parçeyê vê axê, pêvajoyeke nû ye û ji bo dijmin bersivek bû. Me li vir cardin gotina xwe kir; em hîn hene, li ser koka xwe nirxên şoreşê didin avakirin û dibin xwedî statu. Di nav kirîzên Rojhilata Navîn û destpêkirina şerê cîhanê yê sêyemîn de, bûyîna xwedî statu û ragihandina Rêveberiya Xweser pêvajoyeke nû dide avakirin.”

'Jinên Sûriyê jî dikarin li beramberî aloziyan rêyên çareseriyê pêşbixin'

Hêvî Silêman der barê têkilî û diyalogên bi jinên Sûriyeyê re didin avakirin de û wiha pêde çû: “Bi rastî, di roja îro de jinên giştî yên parêzgehên Sûriyê xwe dispêrin hêza xwe. Bi rêya medyaya dijîtal, em bi jinên Sûriyeyê re têkilî û diyalogan didin çêkirin. Ji ber cîhan bûye gundekî biçûk, bi rêya medyaya dijîtal her tişt û li her derê tê dîtin û bihîstin. Êdî kes ji şoreşa hatiye avakirin, serîhildan ên li giştî Kurdistanê û hemû bûyeran dûr namîne. Dema konferans, komxebat û kongre tên lidarxistin, vexwendina jinan jî çêdibe û wiha danûstadin çêdibin. Bi van diyalogan, hêza zanist û nasînê jî tê parvekirin. Xebatên veşartî, rê nade ku derdor fikrê me baş nas bike, em parvekirinê pir girîng dibînin. Em rexnedayinê vê didin ku heta niha me nedikarî xwe bighînin hemû jinên Sûriyeyê, lê belê sedemên wê jî hene. Rejîma Baas her tevgera me asteng dikir. Wekî alternatîf, me karî bi rêya medyaya dijîtal danûstandinan pêşbixin. Bi parvekirinê em ê bikarin rêyên çareseriyê jî pêşbixin. Em hîn di destpêkê de ne, ji ber wê jî têkoşînek berfireh pêwîst dike. Jinên ku dixwazin dikarin ji aloziyê re çareseriyê bibînin, da ku aşîtiyeke mayinde misoger bikin.”

'divê dîrokê rast were xwendin,

Hêvî Silêman teqezî li ser xwendinek rast ji dîrokê re kir û wiha got: “Divê em bikevin kûrahiya dîrokê û baş bixwînin rastî û şaştiyên wê ji hev derbixin. Li hember dîrokên şaş hatine nivîsin, em bi hev re careke din bi nêrîn û meyzandina jinê rast bikin. Netew, ol û mezheb di dîrokê de, bi hev dana şerkirin û qirkirin e, lê di rastiyê de çi bûye divê ev were nivîsandin. Ji bo berjewendiyên sîsteman çima gel bi hev dana şerkirin? Tiştek ku nebê jî nabe, em dikarin bi awayekî rast biguherin. Li pirsgirêkên hevdû guhdarkirin, nîvê çareseriyê tîne ser masê û nîvê din jî bi danûstandin û naskirina ji nêz ve çêdibe. Em çiqasî dîrokê bixwînin, ewqas girîng e em nifşên nû li ser dîrokek rasteqîn, perwerde bikin.”

Şoreş Fersendeke dîrokî ye, divê rast û zû were qezençkirin.

Hêvî Silêman bal kişand ser derfeta dîrokî a şoreşê û wiha bang li jinan kir: “Jin dikare di kevneşopiyên ku di nav de hatiye kelepçekirin, bişkîne û têbikoşe. Fersendeke dîrokî ye, divê rast û zû were qezençkirin. Ji ber temsîla hebûn û nebûna mirovahiyê dike. Kî û ji kuderê cîhanê dibe, pêwîste her kes tevlî vê pêvajoyê bibe û hebûna xwe misoger bikin. Deriyê diplomasiyê ji jinê re her car  tê xitimandin. Jin û xwedawendên dîrokê ji Nefertîtî, Zenûbiya heta Rêvan û Arînan çawa dikarîbûn bibin xala werçerxê, jin jî dikarin vê mîrasê bidomînin. Projeya me ya Netewa Demokratîk jî ne propaganda ye, pratîka wê li ser erdê heye, ev jî şoreşê tacîdar dike. Şoreşa me, îro veguheriye şoreşeke enternasyonalîstî. Bê guman êrîşên ku li ser şoreşa me tê wateya êrîşên li ser çanda dayikên xwedawend yên li ser axa Mezopotamiya yê. Em bi hev re çanda dayikên xwedawend biparêzin û şoreşa xwe bighînin serkeftinê.”