Atolyeyên hişyariyê yên ji bo jinan li parêzgehên Xezayê tên lidarxistin
Navenda Ragihandinê ya Civakî (CMC) li herêmên kêmderfet ên li Xezayê 10 atolyeyên bi navê "Mekanîzmayên Gihîştina Jinan a Dadmendî û Ewlekariyê" li dar xist û zêdetirî 300 jin ji her temenî beşdar bûn.
Xeza- Navenda Ragihandina Civakî (CMC) roja 13’ê Kanûnê di çarçoveya projeya "Suasiya" bi armanca xurtkirina mekanîzmayên gihandina edalet û ewlehiyê ya jinan de ji bo jinên Xezayê rêzeatolyeyên hişyariyê li dar xist. Ev atolye bi riya hewldanên parêzvanî û bilindkirina hişmendiyê û xebata ji bo bilindkirina hişmendiya têgehên dadweriya zayendî, mafên mirovan û mafên jinan di peymanên navneteweyî de û têkoşîna li dijî tundiya li ser bingeha zayendî pêk tên.
Her wiha projeya "Suasiya" armanc dike ku hişyariya civakê li ser girîngiya pêşîlêgirtina sûcên sîber bilind bike, ji bilî pêşxistina perwerdeya sivîl ji bo zarok û ciwanan.
Bernameya komxebatê ji aliyê komek jinên pispor ve hat amadekirin
Komxebat ji aliyê komek ji jinên pispor ên medyayê û parêzvanên mafên mirovan ve ku beşdarî qonaxa yekem a projeya Suasiya bûn ve hat amadekirin. Di wê dewreyê de wan rahênaneke tund dîtin ku zanîn, jêhatîbûn û şiyanên wan di warê parastina mafên jinan û bilindkirina hişyariyê de bi pêş xist.
Di meşan de bal hat kişandin ser hişyarkirina beşdaran ji mekanîzmayên gihîştina jinan bi dadwerî û ewlehiyê li Xezayê û dadweriya zayendî û têgehên mafên mirovan û mafên jinan di zagon û peymanên navdewletî û herêmî de. Zêdebarî têgîna zayendî û şîdeta li ser esasê wê yekê.
Kom xebat li çend bajaran û bi hevkariya saziyan hat lidarxistin
Komxebat bi hevkariya hejmarek zanîngeh û saziyên hevkar, li Refah, Xan Yûnis, El-Wusta, Xeza û Bakur de hat lidarxistin. Di nav de desteya Ciwanan a Çand û Pêşketinê, Komeleya Bakur ji bo Pêşxistina Civakê û Pêşketinê, Zanîngeha El-Ezherê û hwd. hene.
Hêjayî gotinê ye ku Navenda Ragihandina Civakî (CMC) rêxistineke sivîl e ku ji sala 2007’an û vir ve li Xezayê xebatên xwe dimeşîne û hewl dide rola medyayê di danûstandina bi pirsgirêkên civakê re bi pêş bixe û nirxên demokrasî, wekhevî û çanda mafên mirovan bi pêş bixe, digel baldariya li ser mijarên jin û ciwanan.