Asya û Rojger bûn pênaseya azadî û wateyê
Divê em baş bizanibin ku ew jin û mêr çima serî li çalakiyên bi vî şeklî didin. Bênasnamebûyîn, bêwatebûyîn û nedîtin tê wateya tunebûnê. Mirov bi hebûna xwe, nasnameya xwe û bi rengê xwe heye. Ger ev tune bin, hebûna mirov bêwate ye.
ROTÎNDA AMED
Di şeva 23’ê Cotmehê de ji asîman du stêrk xuya bûn. Yek ji wan qralîçe yek ji wan jî Perseus bi navê din stêrka leheng e ku di zanista stêrkê de navê wê derbas dibe. Em nikarin vê wek tesaduf bi nav bikin, ji ber ku bi navê tesaduf tiştek nîn e.
Dîtina tiştan beriya ku diqewimin dibe ku mirov weke hêza kuantûmê bigre dest. divê ev asîman û stêrk ji bo me rastiyek ango bi ruhê komeke ku gihîştine kemalê weke xuyakirina rêhevalên me yên qehreman li asîman werin dîtin. Dê ew ji bo me her dem weke stêrkên li asîman bimînin tu carî navemirin. Ew ê bibin lêgerîn û mîlîtanên heqîqetê yên ku ji hêla her kesê ve werin dîtin, mîna stêrka Halley ya navdar a cîhanê ku li asîman dibiriqe û di heman demê de li seranserê cîhanê ronahiyê bide. Ev ruhê ku bi Zîlanê re dest pê kir, bi Semayê berdewam dike. Em rêhevalên xwe yên ku bi Bêrîtanan bûn xwedî ruhê fedaî careke din bi minet, hurmet, hezkirin bi bîr tînin, em soz didin ku xwedî li bîranîna wan derbikevin. Bi vê boneyê em hevriyên xwe Asya Alî û Rojger Hêlîn ên ku di 23’ê Cotmehê de li paytexta Tirkiye Enqereyê li dijî TUSAŞ’ê ya pîşesaziya parastinê ya leşkerî ye; û bi çekên giran çalakiyeke mezin li dar xistine, bi rêzdarî û hezkirin silav dikin, soza xwe me ya dilsoziya bi bîranînên wan re nû bikin. Dîsa rêheval Sara û Rûken ên di 26’ê Îlona 2022’an de li Mêrsînê li dijî qereqol û lojmanên polîsan çalakiyek li dar xistin, rêheval Rojhat û Erdal ên di 1’ê Cotmeha 2023’an de li Enqereyê li ber parlamentoya Enqereyê bi fedaî çalakiyek li dar xistin û jin û mêrên şoreşger ên ku di vê riyê de bi fedakarî têdikoşiyan û şehîd bûn, bi bîr tînin û diyar dikin ku ev têkoşîn tu carî venamire û ronahiya vê şoreşê wê her dem geş bimîne.
Stêrkên ku li asîman zêde dibin
Hem ji aliyê tevgera jinan ve hem jî ji aliyê tevgera giştî ve meha Cotmehê meheke pîroz e. Ji ber ku me di vê mehê de gelek pêşengên me bûne stêrk. Ev meh weke meha jinên şehîd jî tê bibîranîn. Gelek rêhevalên me yên hêja yên ku rûpel têr nakin em navê wan binîvîsînin hene. Di vê meha Cotmehê de ku em bi dehan rêhevalên xwe bi bîr tînin de, rehevalên me bi manewiya xwe ya mezin ber bi asîman ve dibin stêrk. Li aliyek din têkoşîna Bêrîtan Hêvî yanî Gulnaz Karataş a ku em wê weke xwedawenda meha Cotmehê bi nav dikin heye. Rêheval Bêrîtan ku em wê weke sembola xeta berxwedanê ya li dijî xeta îxanetê pênase dikin û fermandara giştî ya artêşa me ya jinan e; di şerê Başûr ê sala 1992’an de di serdemeke ku hişê dewletê û şîdetê veguherîbû mejiyê mêr û şîdetê nîşanî me da ku jin bi têkoşînê çawa bedew bûne, hatine hezkirin û azadkirin. Ji ber vê yekê ev meh bûye meha pîroz a pîrozan. Niha jî bi hevala Asya Alî û Rojger Hêlîn re hat tacîdarkirin. Bi rastî jî em dibînin ku her rêhevalek ji bo dozek şer dike, têdikoşe û şehîd dikeve, çawa watedar dibin, çawa xweşik dibin û çawa dibin sedema mezinbûna meşa azadiyê û digihîjin bi hezaran, sed hezaran. Bi milyonan mirovên ku li ser vê riya pîroz dimeşin bi gihandina heqîqetê gihîştine lûtkeyê. Felsefeya jiyana azad û gelên azad a Rêber APO bû sedem ku bi milyonan kes berê xwe bide çiyayan û deştan. Em hemû rêhevalên xwe yên jin û mêr ên şoreşger ku bi têkoşînê wate didin jiyanê careke din bi minetdarî bi bîr tînin û diyar dikin ku wek rêhevalên wan ên têkoşînê bibin şopdarên wan.
Ji bo ku em Rêberê xwe fem bikin her dem di nav rexnedayînê de ne
Ji bo tevgera me wateyek cuda ya meha Cotmehê heye. Ew jî roja 9’ê Cotmeha 1998’an e. Di wê salê de hemû hêzên hegemonîk bûn yek, komployek li dijî Kurdan pêk anîn. Ev roj rojek wisa ye ku jinan tu carî tehemul nekir û vê rastiyê heya ku buguherînin dê xwe berpirsyar bibînin. Ji ber ku dema Rêbertî pêvajoya komployê nirxand gotibû ‘Hevaltiya kêm, dostên sixte bûn sedem ku ev komplo bi ser bikeve’ ji vê rojê şûnve em ji bo ku rêhevaltiya kêm sererast bikin, nîqaşên Rêbertî rast fêm bikin kirin, rast pêk bînin nîqaş dikin û di nava rexnedayînê de ne. Tevgera me ji bo azadiya fizîkî ya Rêbertî û paradîgmaya ekolojîk demokratîk, azadiya jinê jiyanî bibe di nav tevgerek de ye. Bi vê boneyê em careke din hêzên komploger bi hestek kîn û tolhildanê şermezar dikin û heya komplo bi temamî vala were derxistin têkoşîna xwe bidomînin. Çalakiya rêheval Asya û Rojger di heman wextê de ji hêzên komploger re bû bersiv û derbeyek.
Li dijî komploya 9’ê Cotmehê bersiva destpêkê bi şîara ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ li çiya, deşt, metrepolan û her aliyê cîhanê kesên ku ji vê felsefeyê xwe ava dike çi sempatîzan çi jî profesyonel yan jî tenê ji bo mirove, gelek kes bi şeklekî bersiv da vê komployê. Di navbera 9’ê Cotmehê û 15’ê sibatê 124 rêhevalên me li derdora rêbertî bûn çemberek ji agir. Ev sonda sekn, tolhildan heya roja me ya îro hat. Herî dawî hevalê Rojger jî got ‘Tav nikaribû were tarîkirin dê neyê tarîkirin û tu carî nikarin tarî bikin’ Ev hêz hêzek ku di eynê ruhê de, fikrên, jiyanê de bûne yek e û bûyîna hêza rêwiyên heman riyê ye. Tişta ku ji sala 1998’an vir ve hatiye guhertin ev e ku roj bi roj hejmara kesên girêdayî vê bîrdoziyê û hêvî û jiyanê dibînin zêde dibe. Weke doh îro jî fikrên Rêber Apo zêdetir mezin dibe, xwedî lê tê derkeftin. Pêngava ‘Ji Abdullah Ocaln re Azadî ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî’ ku ked sala xwe ya duyemîn, êdî bû pêngavek kûrewî. Ev tê wê wateyê ku Rêbertiya me bi tena serê xwe ne tenê Rêberê gelê Kurd e, ew li erdnîgariya Kurdistanê, gelê qedîm ê Rojhilata Navîn ji dayik bû û mezin bû lê gelên cîhanê ji bo azadiya wî seferber bûn, ji ber ku bû fîlozof û îdeologê fikreke ku hêviyê dide gelên cîhanê. Ji ber vê yekê komplo vala derket bes dema ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were û dema ku hemû gel mafên xwe bi dest bixin dê komplo bi temamî bê perçekirin. Ev wexta ku em niha tê de ne dide xuyakirin ku em ji azadiyê ne dûr in.
Bi pirsên bêwate heqîqet di bin siyê de tê hiştin
Hevalên me yên navê xwe weke hevalên din bi tîpên zêrîn di dîrokê de nivîsîn çima vê çalakiyê pêk anîn? Heqîqeta ku di terzê çalakiyê de dihizire û dimeşe çi ye? Çima ev mirov çalakiyên wiha pêk tînin? Ev çalakî encama îrade û baweriyek çawa ye? Hinek aliyên ku mezinahiya vê çalakiyê nabînin û pirsên bêwate mîna ‘Kê da kirin, çawa hatin, çima tiştek wusa kirin dê tiştek çêbibûna’ dixwazin heqîqetê di bin siyê de bihêlin. Beriya her tiştî li holê pêvajoyek nîn e. Ji ber vê yekê hinek nêrînên ku ‘pêvajo tê sabotekirin’ ji rastiyê dûr in. Madem ku ‘pêvajoya, çareseriyê’ heye, çima piştî çalakiyê li Rojava, Şengal, çiyayên Kurdistanê ewqas êrîşên dijwar pêk hatin. Hem jî ev êrîşa ne êrîşên bi vî rengî bûn ku dewlet pesna xwe bide, hêza xwe nîşan bide û merdane bû, ji ber vê yekê ev gotin hemû bêwate ne. Li Rojava rastiyek ku zarok tên qetilkirin û tê xwestin ku gel birçî bimîne heye. Ji ber vê yekê ji firinan bigre, heta cihê mast tê çêkirin, santralên kehrebê, tesîsên avê, hemî çavkaniyên jiyanê yên gel ji aliyê balafirên şer ve hatin îmhakirin, çiyayên me bê hejmar hatin topbarankirin. Gelo em çawa dikarin ji vê re bibêjin pêvajoyek nû. Rêbertî got tecrîd hîn berdevam dike û ger derfet bê dayîn ev hêza wî heye ku vî şerî bide sekinandin. Ji ber ku şer û tecrîd berdevam diken tiştek pir xwezayî ye ku mafê mîlîtanên YJA- Star- HPG heye performansê xwe raxin ber çavan. Ji ber vê yekê pirsên rast, bersivên rast bi xwe re tîne. Pirsên şaş jî tê wateya ku ji ranta şer berdewam dike.
Fedaiyên Apoyî di nava cudabûnê de cudahiyek dan avakirin
Divê em baş bizanibin ku ev mirov, ev jin, û mêr çima serî li çalakiyên bi vî şeklî didin. Bênasnamebûyîn têwatebûyîn, bêhebûnbûyîn tê wateya tûnebûnê. Mirov bi hebûna xwe, nasnameya xwe, bi rengê xwe heye. Ev tune be bûyîna mirov, bûyîna jin jî bêwate ye. Ji ber vê yekê her hevalê ku tevli şerê azadiyê dibe, di tekoşîna azadiyê de dimeşe û di bîrdoziya azadiyê de kûr dibe, biryara wê/wî ya têkoşînê xurt dibe. Çalakiya Enqereyê pênaseya wê ya şênber e. Yên ku di xeta PKK û PAJK’ê de mezin bûne, di têkoşîna azadiyê de bê dudilî xwe feda kirine. Di her hevalên ku vê çalakiya fedaî pêk tînin de, hêz û ruhekî cuda heye. Ev hêza çalakiyê ku fedaiyên Apoyî tîne gel hev di nava cudabûyînê de cudabûn dide avakirin.
Min li hevalê Rojger û hevala Asya hevalên ku wan nas dikirin guhdarî kir. Gotin ku hevala Asya di nava cudabûnê de cudabûnê ava kir, pir di nava lêhûrbûnan de bûn, çavên xwe berda bû jiyana mezin, li hemberî zehmetiyan tu carî gav paşve neavêtiye û dixwest ku tiştê cuda bi ser bixwe. Ji ber vê yekê bû xwediyê çalakiya mezin. Dîsa şîara ku di dewreya lê lêhûrbûn dikir û bû xwedî biryar balkêş e di vê şîarê de wiha tê gotin ‘Serkeftin lêdana hedefa rast e’ ev şîar jî pênaseya hevala Asya dike. Bi rastî jî hevala Asya û Rojger li hedefek rast xistin. Ji ber ku navenda TUSAŞ'ê xwedî navendeke hilberîna balafirên ÎHA û SÎHA'yê ye ku bi salan e êrişên teknîkî li ser milîtan, gel û erdnîgariya tevgera azadiya Kurd pêk tîne û ji ber ku navenda komkujiyan e, bûye hedefa rast. Lê navenda ewqas mezin hêza mirov derbas nekir. Ev qehremanên stêrkên asîman gihîştin tam orta navendê. Bi saetan hêza pêvçûn û cesaretê nîşandan. Li gorî rêgezên şer û gerîlatiyê tevgeriyan û gihîştîn hedefên xwe. Ruxmê ku li vê navendê bi hezarn personel hebûn li hember van her du hevaln nikaribûn berxwe bin. Yanî kesên ku ne bi hêza mirov bi hêza teknîkê dixwestin şer bikin ev hevalanan hêza mirov û îradeya vê çiqas xûrt e nîşan dan. Em hêvî dikin ku ev kesên ku di van karan de dixebitin kêmekê bifikirin. Ji ber ku zêdetir ev zarokên melek nemir in Asya û Rojger wateyê dan mirina xwe û bûn nemir.
Wan dikaribûn bi hev re bibin yek
Ew; ne tenê qehremanên sala 2024’an, qehremanên sedsalê ne. Ew; bûn sembola şênber a girêdana Rêbertî. Wan nîşan dan ku tu zehmetî û astengî tune ye hêz û îradeya mirovî nikare derbas bike. Ji yekitiya jinên azad û mêrên azad re jiyana çawa, şerek çawa, têkîliyek çawa, hevaltiyek çawa bê jiyîn nîşanî me dan. Hevalê Rojger di nameya xwe de destnîşan kir ku ew lêgerînerek rêhevaltiya rast a bi jinan re ye û bi çalakiya xwe re hevrêtiya rast bi jinan re hilbijart. Bi hevre yekitiyê bi ser xist. Bersiva me ya ji bo pirsa ku divê hemû gelên Rojhilata Navîn vê çalakiyê çawa bixwînin ev e. Ew bûn qehremanên gelê Rojhilata Navîn. Ji ber ku balafirên ÎHA û SÎHA'yên ku li wir tên çêkirin navenda amûrên şer ên li Filistîn, Sûriye, Iraq û bi rastî jî li her derê di nava têkiliyê de ne. Dewleta Tirk xeyalên xwe yên dagirkirina tevahiya Rojhilata Navîn di bin navê Osmaniya Nû de bi rêbazên şer ên herî qirêj pêk tîne. Û ji bo vê jî amûrên şer ên ku dê bibe sedema komkujiyan diafirînin. Lewma çalakiya van hevalan jî di vê wateyê de girîng e. Îro navenda Şerê Cîhanê ya Sêyemîn Rojhilata Navîn e. Û ev şer her diçe dijwartir dibe. Hesabên dagirkeriyê yên Îsraîlê ên li Rojhilata Navîn de li dijî dewletê Ereban, piştgiriya teknîkî ya dewleta Tirk a ji bo vê dagirkeriyê, tirsa şer li ser xaleke hevpar tîne cem hev. Armanca dagirkeriya Îsraîlê ya sereke parastina yekbûna xwe ye. Li aliyê din di pêvajoyeke ku em di merheleya 3’yemîn a Şêrê Cîhanê yê Sêyemîn de ne tişta esasî ya were kirin, rizgariya ji netew dewletê û pêkanîna modernîteya demokratîk e. Rêbertiya me bi projeya xwe ya çareseriyê ya ku hemû gelan anî ba hev loma jî em dibêjin ku bi bawriyê em dikarin beşdar bibin.
Dema ku wan hevalên me berê xwe dan mirinê hem ji bo azadiya xwe hem jî bo azadiya hemû gelan berdelan didin, divê em giştî hemû gel vê yekê bizanibe. Bi gotineke din, wan ev çalakî kirin, ji ber ku di wê baweriyê de bûn ku ger hewce bike, ji bo jiyana bi wate divê mirina bi wate were jiyîn. Îro li Rojhilata Navîn her roj jin, zarok û hemû civak ji qirkirinê derbas dibin. Ji ber çi? Ji ber ku hegemonyaya cîhanî hîn zêdetir mezin bibe û hîn xûrtir bibe. Gelo çareseriya ku li pêşiya vê mezinbûnê bigre dewletên biçûk bibin lîstoka dewletên mezin? Ango ji bo ku hemû gelan li cem hev bigre rastiya netewa demokratîk e? divê êdî em van pirsan pirs bikin. Ne tenê welatên cîhanê çavê xwe ji rastiya gelê Filisitînê dijî digre, 22 welatên Ereb ên ku li kêlaka me ne çavê xwe ji vê rastoyê girtiye. Ji ber ku hişmendiya netew dewlet hişmendiyek wisa ye. Hişmendiyek wisa ye ku her tiştî ji bo xwe dixwaze yên din ne xema wan de ye, tiştê ku vî şerî pir dijwar dike ev hişmendi ye. Hevalên me li dijî vê hişmendiyê çalakiya xwe pêk anîn. Ev çalakî di eynê wextê de meşa azad yên jinên Rojhilata Navîn tîne cem hevdû. Ruhê fedaî ya jina Belûç a bi navê Zîlan Kurd li Efganistanê ji vê qut nayê nirxandin. Yanî têkoşîn û şêwazê çalakiya me ji bo gelên Rojhilata Navîn bûye ronahî û sekin. Rêbertiya me destnîşan kir ku rêya aştiya Rojhilata Navîn di çareseriya neteweya demokratîk de ye. Di jiyankirina vê çareseriyê de hevalên me Asya û Rojger xwe kirin mifteya çareseriyê. Ji ber vê yekê divê hemû gel û gelên Kurdistanê yên azadîxwaz piştgiriyê bidin vê çalakiyê. Carekî din em jî dibêjin ‘Serkeftin xistina hedefa rast e’ Bi şikandina pergala serdest a ku hedefa rast, dewlet û mejiyê mêr e, wê bigihêje armanca dawî. Li ser vê bingehê em rêhevalên xwe Asya û Rojger ên lehengên vê çalakiya mezin bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û spasiya dê û bavên van rêhevalan dikin ku zarokên bi vî rengî ji bo welatê xwe mezin kirine. Em diyar dikin ku em rêhevaltiya van hevalan pir bi serbilind in. Em di wê baweriyê de ne ku wan bi çalakiyên xwe careke din nîşanî dost û dijminên xwe dan ku tu kes nikare destê xwe li Rêbertiya me û modela jiyana azad a ku wê li dora Rêbertiya me pêş bikeve dirêj bike.