Astengkirina alîkariyên ji bo perava Sûriyeyê li Hesekê hat şermezarkirin

Piştî ku rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ku di destê HTŞ ya cîhadîst de ye, nehişt konvoya duyemîn a alîkariyên mirovî derbasî herêma perava Sûriyeyê bibe, gelê Hesekê çalakiyek şermezarkirinê lidar xist.

Hesekê – Di 17 ‘ê Adarê de konvoya yekemîn ji aliyê însiyatîfên gel ên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve û bi beşdariya Heyva Sor a Kurdî û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hatibûn komkirin, ber bi herêma Perava Sûriyeyê ve bi rê ketibû. Konvoya duyemîn jî di 10’ê Nîsanê de hat amadekirin û ber bi perava Sûriyeyê ve çû. Lê rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ku di destê HTŞ ya cîhadîst de ye, rê nedan ku alîkarî derbasî herêma perava Sûriyeyê bibin û konvo vegeriya cîhê xwe.

Gelê bajarê Hesekê li hember vê pêkanînê meşek lidar xist û biryar şermezar kir. Di meşê  de wêneyên kesên ku li perava Sûriyeyê hatine qetilkirin û pankartên bi nivîsa “Em rêgirtina alîkariyan ji xelkên Perava Sûriyeyê re şermezar dikin” hatin vekirin. Meşa şermezarkirinê ji ber dibistana Can Hecar a taxa Salihiya Hesekê destpê kir û li ber stadyûma Şehîdan a taxa Miftî ya Hesekê rawestiya.

‘Li hember çanda gelên Sûriyeyê siyasetên qirkirinê tên meşandin’

Piştî deqeyek rêzgirtin, bi navê Însyatîfa gel a bajarê Hesekê Ebid Xenî Oso daxuyanî da. Ebid Xenî Oso tekez kir ku siyaseta li ser xelkên Perava Sûriyeyê tê meşandin, li dijî çanda gelê Sûriyê ye û wiha berdewam kir: “Xelkên Sûriyeyê ji dîrokê heta îro bi hevgirtin û yekîtiya xwe tê zanîn. Lewma îro rêgirtina li ber pêşkêşkirina alîkariyên ji xelkê re, li dijî çanda gelê herêmê ye û em siyasetên birçîkirinê bi tundî şermezar dikin. Em bang li rêxistinên mirovî dikin ku bi erkê xwe rabin, ji ber ku ev kiryarên dij mirovî ne û nayê qebûlkirin.”

Meş bi dirûşmeya “Ji siyasetên qirkirinê re na” bi dawî bû.