Artêşa Kamîronî 20 jin tecawîz kirin
Çavdêriya Mafên Miovan tevlîbûna leşkerên arteşa Kamîronî di pêkanîna tecawizk komî de wekî yek ji êrîşên herî xerab binav kir.
Navenda Nûçeyan – Di 26'ê Sibatê de Çavdêriya Mafên Mirovan leşkerên artêşa Kamîronî tawanbar kir ku ji 20 jinan zêdetir tecawiz kirine. Çavdêriya Mafên Miovan bûyera tecawiza komî wekî yek ji êrîşên herî xerab ên artêşa Kamîronî binav kir.
Hin şahidan ji Çavdêriya Mafên Mirovan re got ku êrîşa ku di 1'ê Adara 2020'an de pêk hat, ji bo tolê ji sivîlên ku tê gumankirin bi hevkariya serhildêrên ku serxwebûnê ji welat alîkarin hilînin, bû.
Di bersiva daxwaza şîrovekirina tawanbariyan de, berdevkê artêşa Kamîronî Kolonîl Sîrîl Atonfak vedîtinên Çavdêriya Mafên Mirovan red kir.
Lêkolîner dibêjin ku di encama pêvçûna ku ji 3'ê salan zêdetir dest pê kirye, di navbera hêzên hikûmetê û cûdaxwazên serxwebûn dixwestin de zêdetirî 3500 kes hatin kuştin, her wiha 700 kes ji neçar man dev ji milk û malên xwe berdin.