Artêşa Iraqê êrîşî gelê Mexmûrê kir

Xelkê Mexmûrê dijî leşkerên Iraqê ku dixwestin li dora wargehê kuleyên xwe danin û bi têlê dorpêç bikin, derketin. Leşkerên Îraqê êrişê xelkê kirin û ciwanek birîndar bû.

Mexmûr – Leşkerên Iraqê xwestin li dora wargehê kuleyên leşkerî danin û têl bikin. Li dijî vê hewildana leşkerên Îraqê,  xelkê wargehê helwesat xw enîşan dan û li beramberî vê yeke rabûn.

Leşkerên Iraqê êrişî xelkê kirin û hat zanîn k udi encama vê êrîşê de ciwanek birîndar bû.