‘Armanca Zeyneb Celaliyan bi jinên azad re avakirina civaka azad bû’

Dahûnera siyasî Bawan Bîstun destnîşan kir ku tekoşîna Zeyneb Celaliyan ji aliyê jinan ve gelek giring e û bi tekoşîna xwe Zeyneb Celaliyan li hemberî hemû cihêkariyan sekiniye û destnîşan kir ku bi jinên azad re avakirina civaka azad bû.

GILARÊ GEILANY

Kirmanşan – Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan, ket sala 17’emîn a girtinê. Zeyneb Celaliyan di Adara 2006’an de dema bi mînîbusa di navbera bajaran de geşt dikir, hat binçavkirin û girtin. Di hucreya yek kesî ya teşkîlata îstîhbarata Kirmanşahê de 8 mehan rastî îşkenceyan hat. Zeyneb Celaliyan bêyî delîlek şênber Dadgeha Şoreşa ya Kirmanşahê de bi îdaya ‘sucê şer’ hate mehkumkirin. Zeynep Celaliyan, di Kanuna 2008’an de ji aliyê Dageha Bilind ya Îranê ve bêyî ku mafê hilbijartina parêzer çêbe û di nava çend deqîqeyan de mehkumê cezayê ‘darvekirinê’ hate kirin.

Zeyneb Celaliyan li Îranê yekane jina siyasî ye ku cezayê zindanê yê heta hetayê girtiye. Ev cezayê ne heq di nava welat û ji derveyî welat de belavbuyî di nava civakê de bu sedema bertek û protestoyan. Her wiha ji bîlî saziyên Netewên Yekbuyî, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Rêxistina Çavderiyê ya Mafên Mirovan, li seranserê cîhanê gelek otorîteyên siyasî û huquqî daxwaza betalkirina darvekirinê û berdanê kirin.

Protestoyan û berxwedana Zeyneb Celaliyan ya li dijî îtîrafa darê zorê, bu sedem ku daraza Îranê cezayê darvekirinê veguherîne cezayê girtîgehê ya heta hetayî. Zeyneb Celaliyan a ku 17 salin girtî ye, di vê heyamê de rastî îşkenceyên derûnî û fîzîkî hat. Binpêkirinên mafan yên wekî tundiya fîzîkî, qemçî, gefa êrîşa zayendî, biçukxistin, tecrîd, astengiya xwegihandina amurên tibî, astengiya hevdîtinê, astengkirina xwe gihandina alîkariya huquqî û astengkirina mafê hevdîtina parêzeran hate jiyîn. Zeyneb Celaliyan ji ber şert û mercên zehmet, gelek pirsgirêkên tenduristî jî dijî.

Bi vêve girêdayî analîsta pirsgirêkên civakî û siyasî ya Kirmanşahê Bewan Bîstun, girêdayî mijarê bersiva pirsên me da.

*Zeyneb Celaliyan beriya 17 salan li Kirmanşahê hat girtin û bi mehan li teşkîlata îstîhbarata vê bajarî de îşkence dît. Wekî hemwelatiyek Kirmanşahî ev rewşa hatî jiyan kirin hun çawa dinirxînin?

Ji ber Zeyneb xwe ji Kirmanşahê cuda nabîne em jî Zeynebê wekî xwe dibînin. Berevajî sucdariyên nerast yên pergala darizandinê, dî qada jinan de çalakiyên civakî û sivîl ên girêdayî xizmetên perwerde pêkanî û ji bo peyaman bigihînê raya giştî, hezar kîlometre rê çû. Li ser fikirîna mezintiya Zeyneb Celaliyan û xwe ji ber gelê xwe berpirsyar ditin ji asta erdnîgarî diyar dibe.

*Peyama Zeyneb Celaliyan ji bo gelê Kirmanşan çibû?

Peyama wê ji bo hemû nasnameyên cîhêkar, aşti, wekhevî û rizgarî bû. Li gora ew nûçeyên ku min xwendî, xebata wê ya herî dawî li Kamyiran bû. Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî li dibîstana amadeyîyek ya li bajarê Kamiyaran derbarê giringiya roja Jinan a Cîhanê û derbarê dîroka têkoşîna jinan de axaftinek kir, gul diyarî xwendekaran kir. Lê belê rejîma Îranê, weke bersîva xebatên wekehevî û aştiyane, piştî çend rojan di ketina bajarê Kirmanşanê de Zeyneb Celiyayan girtin bû. hişyariya wê ya redîkal û nûbûna ku wê bibe sedemê guherînê hem wê, hem jî rejîmê gelek baş fam kir.

*We behsa nasnameyên hatî cihêkar kir; li gor Zeyneb Celaliyan ev nasname kîjanin? Ev dîtin çima ew bir Kirmanşanê?

Bajarê Kirmanşan, xala serdegirtina komara Îslama Îranê û rejîmên berê bû. Jin li vî bajarî ji ber nasnemeyên netewî, olî, sinifî, temen û hwd, rastî cihêkariyek giran hatin. Yeke wek Zeyneb Celeliyan li Kirmanşanê li dijî asîmilasyona sistematîk ya li dijî Kurdan tê meşandin bêdeng nedibû. Cihêkariya ku li dijî Yarsaniyan û Suniyan yek weke Zeyneb Celeliyan li beraberi vê bêdeng nedima.

Kirmanşan ji ber xwedî rêjeya herî zêde ya bêkariyê ye, ji ber derbazbûna sînor û ziyanên ku şer dane, li dijî cihêkariya girina ya dihat jiyîn bêdeng nema.

*Di dema axaftina we de di navbera Kirmanşan û warê Zeyneb Celaliyan Mako de min ferq kir ku şibandinên ecêb hene, li gor we jî ne wisa ye gelo?

Belê raste!  Divê destpêkê em bînin ziman ku di destpêkê de ev herdû bajar li sînor cih digrin û ev pirsgirêk bi rêveberiyek navendî de tê wateya xizan û pêşneketî. Bajarê Mako xwedî dû zimanên cûda, çand û rituele. Bajarê Kirmanşan jî xwedî gelek rituel, zimanên cûda, çand û lehçeyane.

Polîtakayên rejîma Îranê li van herdû bajar û bajarên din ên xwedî pir çandî, polîtakayên ‘ belav bike û rêve bibe’ ava kiriye. Rejîmê xwestiye vê çanda di nava aştiyê û bi awayek wekhev jiyan kirin û bi hevre jiyan kirin xwestiye asteng bike. Hertim di nava gelan de hewl daye rekabeta hilweşînê ava bike û vê belav bike. Di demoqrasiyan de bi sîstema qutbûna hêzan, ji bo berjewendiyê  gel otorîteyek belav kir, di sîstemên otorite de jî, rêveberiya otorite ji bo berjewendiyê xwe gel belav dike. Ji ber vê şipandinê Zeyneb Celaliyan, qedera bajarê Mako, Kirmanşan û bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê cûda cûda ne fikriye, ji bo wan têkoşînek hevpar  pilan kir û kombûna van fikaran ew bir Kirmanşana ku hezar kilometre ji Mako dûr.

*Li Îranê yekem girtiya siyasî ku cezayê heta hetayî lê hatî birîn Zeyneb Celaliyan e. Derbarê mijarê de fikrên we çi ne?

Cûdahiya Zeyneb Celaliyan ji girtiyên din derceya vegera baweriyên cûda ye. Baweriya Zeyneb ne di asta qadek were guherin deye. Di nirx û sîstema ku heye de dixwest were guherîn û sîsteam siyasî ya di desthilatê de biguhere, li cihê wê dixwaze demoqrasiya parlementera liberal bîne û yan jî mînak fikrek din ya jiyana civakî em dibînin. Li dijî cihêkariya zayendî, kedxwarina jinan û kedxwarinê, têkoşînê bingeh digre û jinek azad ji nûve ava kir, hewl dida civakek azad ava bike. Bi vî awayî hewl didin cihêkariya, navendî, faşîzim, cûdahiya sinif û xizanî û cihêkariya şer li dijî kêmnetewên dînî pêkbîne. Ez di wê baweriyê deme derbarê giraniya ceza de, dereceya tekemul ya di baweriyan de raste rast eleqeya xwe bi vê ve heye.