Armanca Selwa Al-Bekkar ew e ku atolyeya xwe mezin bike

Selwa Al-Bekkar a 65 salî li bajarê Minbicê di atolyeya ku vekiriye de lîfa têla bafun hildiberîne, niha dixwaze atolyeya ku tê de dixebite mezin bike û makîneyên nû bîne, derfetên kar ji bo jinan ava bike.

SÎLVA ÎBRAHÎM

Minbic- Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê fabrîqa û şîrket ji bo gel derfetên kar ava dikin û zêdebûna berheman pêşeketina civakî û abaorî bi xwe re tîne. Şîrketên mezin, navend û biçûk hene, jin atolyeyên biçûk ava dikin, ji derveyî dahata aborî, kêrhatiyên xwe jî bi pêş dixin.

‘Dema min destpêkê atolyeyê vekir nizanibûm makîneyê bi kar bînim’

Selwa Al-Bekkar a 65 salî li bajarê Minbicê, yek ji wan jinan e ku li aliyekî mala xwe atolyeyek ava kiriye û dahata aborî bi dest xistiye. Di atolyeya xwe ya bafunan ku ev salek e vekiriye de niha bi makîneyek bi tenê dixebite. Sewla dibêje: “Dema min destpêkê atolye vekir, nizanibûm makîneyê bi kar bînim lê belê di demek kin de ez fêr bûm. Jin dema ku dixebitin, tenê dahata malbata xwe pêk naynin, kêrhatiyên xwe jî bi pêş dixin. Ez gelek ji xebatê hez dikim. Ji ber ku ez li ser makîneyek serê wê tûj dixebitim divê ez baldar bim, yan na xeter e.”

Di dema pakêtkirinê de neviyên wê alîkarî dikin

Selwa Al- Bekkar der barê çêkirna lîfên têla bafun ku di sê qonaxan de derbas dibe de wiha dibêje: “Ji bo karê yekem hemû madeyên xam ên pêwîst, têlên bafun ez sabît dikim. Di qonaxa duyem de kêşana têl û piştre qutkirina parçeyên biçûk. Qonaxa dawî paketkirin e. Di vê qonaxê de neviyên mîn alîkariya min dikin. Bi vî awayî bi lez tê halê firotinê. Ev têlên ku ez amade dikim bi navbeynkaran ez rêdikim Qamişloyê. Ji bo her firotinê 300-400 kîloyan hildiberînim.”

Armanc çêkirina derfetên kar ji bo jinan e

Selwa Al-Bekkar da zanîn ku dema atoleyê vekiriye rastî gotinên gelek kesan hatiye û wiha got: “Min girîngî neda gotinên xelkê û min karê xwe berdewam kir. Armanca min ew e ku ez makîneyên nû bînim û ji bo jinan derfetên kar ava bikim.”