Anoş Abîtyan a ji aliyê leşkerên Azerbaycanê ve hat qetilkirin hat bîranîn

Meclîsa Civakî ya Ermeniyan Anosh Abîtyan a par ji aliyê leşkerên Azerbaycanê ve hat qetilkirin bi bîr anî û soza mezinkirina têkoşînê da.

Hesekê- Meclîsa Civakî ya Ermeniyan, leşkera Ermenî Anosh Abityan ê ku di Îlona 2022’an de ji aliyê leşkerên Azerbaycanê ve hatibû îşkencekirin û qetilkirin bi bîr anî. 

Seroka Komîteyê Losnak Kafuryan, endamên meclîsê û endamên Yekitiya Jinên Ermenî beşdarî bîranîna ku ji aliyê Komîteya Jinê ya Meclîsa Civakî ya Ermeniyan ve li ber avahiya parlamentê ya bajarê Hesekê hate lidarxistin, bûn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Anosh Abityan bûye sembola fedakariyê û hat destnîşankirin ku sûcê artêşa Azerbaycanê bêexlaqî û hovane ye. Di dawiya daxuyaniyê de soza mezinkirina têkoşînê ji bo mafên jinan hat dayîn.

Leşkera Ermenî Anosh Abityan a 36 salî di Îlona 2022’an de ji aliyê leşkerên Azerbaycanê ve piştî îşkence û destdirêjiyê hatibû qetilkirin.