Dersînorkirina Efganan veguherî qeyrana mirovî
Çavkaniyên herêmî û rêxistinên mafên mirovan, ragihandin ku dersînorkirinên bi darê zorê ya girseyî ya Efganan ji Pakîstanê, di nava kesên vegeriyan de bûyerên kurtaj, mirin û nexweşiyan zêde kiriye.
Navenda Nûçeyan – Ajansa Nûçeyan a Jinên Efganî (AWNA), di rapora xwe ya 3’ê Çileyê de encamên mirovî yên vegerên ji Pakistanê belge kir. Di raporê de hate diyar kirin ku jinên ducanî û zarok komên herî zêde zirar dibînin û bûyerên ketina zarokan, mirina dayik û zarokan û zêdebûna nexweşiyên ku ji ber stres û rêwîtiyên dijwar pêktê, hatine tomarkirin.
Rêxistinên navneteweyî û yên alîkariyê, ragihand ku vegerên ji bo Efganistanê bandorên ji daneyên sînor wêdetir avadikin û îsal nêzî 2.8 mîlyon kes ji Pakistan û Îranê vegeriyane û li ser derfetên stargehbûn, lênihêrîna tenduristiyê û debara jiyanê yên sînorkirî zextek mezin çêbûye.
Rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî yên mîna Amnesty International û Human Rights Watch, vegerandina bi darê zorê ya bi mîlyonan niştecîhên bi belgeya fermî û salên dirêje li Pakistanê dijî, mîna binpêkirina berpirsyariyên navneteweyî dibînin û destnîşan dikin ku ji bo kesên vegeriyane û malbatên wan xeteriya “mehkûmiyeta debara jiyanê û tenduristiyê" avabike. Amnesty, daxwaz kir ku demil dest vegerandina bi darê zorê bê rawestandin.
Rêxistinên alîkariyê yên derveyî sînor jî, ragihand ku vegerandin dibe sedema bêparbûna gelek kesan a ji xizmetên tenduristiyê û zêdebûna xetereyên tenduristiyê. Rêxistinên alîkariyê, banga mudaxeleya bilez û stargehek demkî dikin. Her çend rayedarên Pakistanî bi hinceta ewlehiyê vegerandinan diparêzin jî, vegera bi zorê ya gelek kesên belgekirî xetera windakirina parastina navneteweyî zêde dike û çavdêran hişyar dikin ku ev dikare bibe sedema xizanî û koçberiya navxweyî.
Çavkaniyên herêmî, bandorên mirovî yên lezgîn ên vegeran bi rêya belgeyan û vegotinên malbatan eşkere kirin. Rêxistinên alîkariyê yên navneteweyî, bang li welatên cîran, NY û saziyên darayî kirin ku ji bo pêşîgirtina zêdebûna qeyranê, hevkariyê bikin.