AMNESTY der barê rewşa jinên Herêma Kurdistanê de raporek weşand
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) derbarê rewşa jinan bi giştî ya li Herêma Kurdistanê raporek belav kir.
Navenda Nûçeyan - Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (AMNESTY) derbarê rewşa jinan ya li Herêma Kurdistanê raporek belav kir û diyar kir ku li Herêma Kurdistanê zagonên dijî tundiyê tenê weke nivîseke li ser kaxezê maye.
‘Berpirsên herêmê di dadgehkirina kiryarên tundutujiyê de kêm mane’
Di raporê de bal hat kişandina ser zagonên têkoşîna dijî tundutujiya malbatê ya herêmê de û wiha hat gotin: “Ev zagon tenê reş nivîseke li ser kaxezê ye û desthilatdar jî di parastina mafê jinan de binketine. Li gorî lêkolînên dawî, li Herêma Kurdistanê jinên ji tundiya malbatê rizgarbune rûbirûyî astengiyan tên. Berpirsên herêmê di dadgehkirina sucdaran de, taybet jî ya bûyerên weke qetilkirin, destdirêjiya zayendî, lêdan û şewitandinê de kêm mane.”
‘Zagona têkoşîna dijî tundiya malbatê tenê nivîsek ya li ser kaxezê ye’
Di berdewamiya raporê de hat diyarkirin ku îspat bûye ku ji bo dadgehkirna sucdar û kesên destdirêjiyê dikin, ti îradeyek siyasî nîne û ev tişt hate gotin: “Ti piştgiriyek cidî ji bo jinên ku serî li saziyên peywendîdar ên hikûmetê dikin nîne. Ti hêviyek ya jinên ji tundiya malbatê rizgarbûne, nîne. Dema jinên rizgarbuyî di stargehên jinan tên bicih kirin, xwe di rewşek mîna girtîgehê de hîs dikin. Gelek caran jî ji ber tedbîrên tund, neçar dimînin ku heman rewşa berê ya tund jiyan bikin. Raste li Herêma Kurdistanê zagona têkoşîna dijî tundiya malbatê heye, lê ev zagon li gorî lêkolînên me, tenê nivîsek ya li ser kaxezê ye.”
‘Ji ber ku sucdar nayên ceza kirin jin naxwazin biçin dadgehê’
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Cezayê hinek sucdaran li gorî tê xwestin nayê dayîn, lewma hinek jin naxwazin biçin dadgehê. Di sala 2023’an de herî kêm 30 jin di bin navê şerefê de hatine qetilkirin. Di sala 2022’an de 44 jin hatine qetilkirin. Herwiha 10 hezar û 896 giliyên tundiya malbatê hatine qeydkirin.