Amed ji mîtînga 8’ê Adarê re amede ye: Em ê vê coşê bibin 31’ê Adarê

Jinên ku di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de, bi dirûşmeya “Bi Jin Jîyan Azadî’yê ber bi 8’ê Adarê” xwe ji bo mîtînga mezin a li Amedê amede dikin, wiha gotin: “Em ê vê coşê bibin 31’ê Adarê.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li bajarên Tirkiye û Kurdistanê berdewam dike. Jinên ku li Kurdistanê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) re xebatên xwe dimeşînin, wê di 8’ê Adarê de mîtîngên mezin li dar bixin. Yek ji navnîşanên van mîtîngan jî Qada Îstasyonê ya Amedê ye. Jinên ku di 8'ê Adarê de li qadan bicivin, heman coşê bibin Newroza 21'ê Adarê û hilbijartinên xwecihî yên di 31'ê Adarê de bên li dar xistin.

Li Ameda ku çalakiyên 8’ê Adarê wê hefteyek bidome, jin mal bi mal digerin û hemû jinan vedixwînin mîtînga ku bi pêşengiya Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) bi dirûşma ‘Bi Jin Jîyan Azadî’yê ber bi 8’ê Adarê” bê lidarxistin. Jinên endamên DAKAP'ê, diyar kirin roja 8'ê Adarê bi hemû reng û dengên xwe saet di 11:00’an de li Qada Îstasyonê kom bibin û wiha gotin: "Werin em mil bi mil bibin azadiya xwe biqîrin."

'Divê rêxistinbûn û piştevanî bigihîje hemû beşan'

Fatma Beyoglu, balkişand li pêşiya wan rojevek hilbijartinê ya mezin û girîng heye û wiha got: “Divê em jin di van hilbijartinan de li dijî desthilatdariya mêr û tekparêz bibin yek. Li ser jinan bar hene. Em li her qadê rastî êrîşan tên. Herî girîngî deskeftiyên me hertim di bin êrîşan de ye. Em dixwazin jin azad û birêxistin bibin.” Fatma Beyoglu, der barê rojeva 8’ê Adarê de jî wiha got: “8’ê Adarê ne tenê rojek parastina mafên jinan, rojek li dijî hemû êrîşan dengê xwe bilind kirine. Bila ev zilm û zext bi dawî bibe. Em bi coş û kelecanek mezin hem ji bo hilbijartinê hem jî ji bo 8’ê Adarê xwe amade dikin. Em bi hêz û bawer in. Em ê bi vê coşa xwe bibin yek, bi hêza 8’ê Adarê biçin ser sindoqan û qeyûmên dijmînên jinan bişînin. Werin em wek jin bibin yek û piştevaniyê bi rêxistin bikin. Li qadê mil bi mil dest bi dest têbikoşin.”

'Em ê bi reng û dengê xwe li qadan bin'

Elîf Turan, diyar kir bi hatina biharê re xebatên jinan hîn zêdetir bûye û da zanîn her roj bi jinan re dicivîn û coşa li wir dibînin. Elîf Turan, wiha axivî: “Em ê di 8’ê Adarê de jî bi heman hêvî û biryardariyê qadan tijî bikin. Em ê daxwazên xwe û pergala hevserokatiyê li qadan biqîrin. Em ê bi hêz û îradeya xwe re destkeftiyên xwe paşde bigrin. Bila hemû jinên Amedê bi reng û dengê xwe li kolanan bin. Ji aliyê aqilê mêr ve êrîşên dijî jinan berdewam dike. Divê em jin li dijî van êrîşan li her qadê hîn zêdetir birêxistin bibin. Qeyûmên ku rêveberiyên xwecihî desteser kirin, 8 sal in êrişê destkeftiyên jinan dikin. Ev pergal dixwaze herî zêde zirar bide jin û hevserokatiyê. Em bi salan li dijî van êrişan serî netewand. Em ê bersiva yekê hem di qadên 8'ê Adarê de û hem jî li ser sindoqan bidin. Em ê di nava vê mehê de şev û roj bixebitin. Em dixwazin bi vê kelecanê hevgirtina jinan bikin civakî û xitabê hemû beşên civakê bikin. Zextên ku em dijîn yek e, divê em li dijî van zextan hîn zêdetir xwe birêxistin bikin û hîn zêdetir dengê xwe derbixin.”

‘Em ê qeyûman bişînin'

Nesibe Haran jî, diyar kir ev demek dirêjê dest bi xebatên 8'ê Adarê kirine û wiha got: "Em li benda coş û beşdarbûnek mezin in. Bila hemû jinên Kurd di 8’ê Adarê de ji bo xwedî derketina mafên xwe derbikevin qadan. Ger jin nebe, wê jiyan jî nebe.  Em ê li dijî êrişên li ser jinan li qadan bin. Em ê vê yekê di 8’ê Adarê de nîşanî feraseta mêr bidin. Em jin li vê welatê azadî û aştiyê dixwazin. Îro li girtîgehan grevên birçîbûnê hene û ciwanên me tên qetilkirin. Bila ev qetlîam û zext bi dawî bibin. Em ji bo vê têkoşîn û dixebitin. Qeyûman hemû saziyên jinan xesp kirin. Têkildarî jinan dengek jî nehat hiştin. Em jin di hilbijartinan de bersivek pir xurt bidin qeyûman û wan bişînin."

'Em qadan dagirin'

Leyla Eleftoz Baran jî wiha got, “Em li bendê ne bi hezaran jin beşdarî mîtînga me bibin. Em ê coşa 8’ê Adarê hem bibin Newrozê hem jî hilbijartinên xwecihî. Em wek jin li her qadê xwe bi rêxistin dikin. Dê ev rêxistinbûn û piştevanî her tim berdewam bike. Êrişên heyî herî zêde li ser me tê meşandin. Em ê ji van êrişan re bibêjin na. Lewma em roja 8'ê Adarê li kolanan bin, bi reng û gotinên xwe bi dengekî bilind biqîrin."