Ambargoya li ser Şehbayê jiyanê di her warî de zehmet kiriye

Li kantona Şehbayê ji ber erdhejê, ambargoya Hikumeta Şamê li ser herêmê zêdetir bûye û bi taybetî qada tendirustiyê zehmetî û astengiyan dibîne. Ger ev dorpêç berdewam bike wê xeteriyên mezin bi xwe re bîne.

HESNA MIHEMED

Şehba- Hikumeta Şamê tevî felaketa erdhejê jî dev ji siyaseta xwe bernedaye û rêgiriya xwe li ser kantona Şehba Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku tê de koçberên Efrînê dijîn, berdewam dike. Dorpêça Hikumeta Şamê di warê tendirustî û peydakirina pêdiviyên gel ên dermankirinê de xeteran çêdike. Bihayê dermanan zêdetir bûye derfetên gel tune ye ku dermanan ji bo nexweşiyên xwe bikrin, ev jî dibe sedem ku zehmetiyên jiyanî bêhtir bibin.

Bi erdhejê re rêgiriya Hikumeta Şamê zêde bû

Hevseroka Desteya Tendirustiyê, Eliya Mihemed sersaxî ji malbetên qurbaniyên erdhejê û şîfa ji birîndaran re xwest û di destpêka gotinên xwe de  bal kişand ser dorpêça heyî û wiha got: "Em sersaxiyê ji malbetên qurbaniyên vê erdhejê û şîfayê ji birîndaran re dixwazin. Em demek dirêj e di bi dorpêça Hikumeta Şamê ya li ser Şehbayê de dijîn. Di heman demê de taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê para xwe ji vê amborgoyê dibînin. Rêgiriya Hikumeta Şamê piştî kareseta erdhejê zêdetir bû. Qada tendirustiyê li herêmê gelek zehmetî û astengiyan dibîne, bi taybetî di peydakirina pêdiviyên gel ên tendirustiyê de. Ji ber erdhejê me ji Helebê berê xwe dan Şehbayê vê yekê jî hişt ku qada tendirustiyê rastî zextên giran were. Hejmara kesên li van deveran zêdetir bûye lewre pêdiviyên tendirustiyê jî lazim e ji wan re bên pêşkêşkirin."

Domandina ambargoyê xeteriyên tendirustiyê bi xwe re tîne

Di dawiyê de Eliya Mihemed diyar kir ku ruxmî daxuyanî û bangwaziyên ku ji dewletên navneteweyî re kirine ku rêgiriya Hikumeta Şamê xeteriyê bi xwe re ava dike û wiha got: "Ruxmî ku qada tendirustiyê li Şehbayê daxuaynî û bangwaziyê li dewleta xwe û rêxistinên tendirustiyê yên navneteweyî kir û diyar kir ku ger rêgiriya Hikumeta Şamê berdewam bike wê xeteriyên mezin di warê tunebûna pêdiviyên tendirustiyê de bi xwe re ava bike, mixabin heya niha bê deng mane û dorpêç hê jî didome. Amborgo dibe sedem ku gel zêdetir tengasiyan bibîne. Welatî nikarin derman ji dermanfiroşan jî bikirin ji ber ku bihayê wan bi dorpêçê re zêdetir dibe. Di heman demê de nexweşxane û nuqteyên tendirustiyê jî astengiyan dibînin. Dîsa jî deriyê me ji gelê Helebê û deverên din re vekiriye ku berê xwe bidin me em ê bi derfetên heyî bi hev re bijîn."

Derfetên min tune ne derman bikirim

Fehîma Hemo ku nexweşiya pançeşêra sîng pê re heye û divê bê tedawîkirin lê ji ber dorpêça heyî nikare tedawî bibe, wiha behsa tengasiyên ku dibîne dike û dibêje: "Nexweşiya pençeşêra sing bi min re heye. Derman û tedawiya vê nexweşiyê gelek buha ne. Ji ber rêgiriya Hikumeta Şamê li ser me jî rêjeya dermanên min bihatir dibe û derfetên min gelek kêm in ku bikirim. Cureyek ji dermanên min bi 20 hezar lîreyan e û mehê sê caran ji vê cureyê dikirim lê ez nikarim bikrim. Her wiha ji ber nexweşiyê destên min jî zirar dîtine. Divê bi lez ev dorpêça li ser me bê rakirin û bihayê dermanan hinek kêmtir bibe ji ber ku gelek kes nikarin bikirin. Bûye şeş sal ez bi vê nexweşiyê re dijîm."