Amadekariyên Hîlala Zêrîn ên 8'ê Adarê

Endama Rêveberiya Tevgera Hîlala Zêrîn a Herêma Efrînê Ronahî Şêxo têkildarî Roja Jinan a Cîhanî destnîşan kir ku amadekarî û pêşwaziya îsal dê bi rengê têkoşîna jinan bê kirin.

 
FERÎDE ZADE 
Heleb - Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê Tevgera Hîlala Zêrîn a Herêma Efrînê amadekariyên çalakiyên hunerî dike. Cudabûna cejna jinan îsal li şehbayê wê bêtirî xwe rengê têkoşîn û berxwedaniya jinan li dijî hişmendiya serdest bide pêş. Her wiha ji bo piştgriya Tevgera Azadiya Kurdistanê, azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên di zindanên faşîsmê de wê çalakiyên reng bi reng bên lidarxistin. 
Tevgera Hîlala Zêrîn a Herêma Efrînê bi armanca pîrozbahiyên Roja jinan a Cîhanî amadekariyên pêşwaziya cejna jinan dike her wiha çalakiyên xwe yên îsal bi renge têkoşîna jinan pênase dike. Têkildarî mijarê Endama Rêveberiya Tevgera Hîlala Zêrîn a Herêma Efrînê Ronahî Şêxo axivî.
Li Şehbayê amadekariyên 8’ê Adarê 
Ronahî şêxo 8'ê Adarê li hemû jinên cîhanê û li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û ev tişt got: "Amadekariyên 8'ê Adarê di hemû beşên hunerî de tên kirin. Komên stran, govend, muzîk, şano û helbestan perwerdeyên xwe dibînin. Îsal 8'ê Adarê ne tenê em ê li jinên cîhanê pîroz bikin em ê li hemû şervanên di çeperên şer de, Rêber Apo, gerîlayên azadiyê, berxwedana Heftanîn, Garê û şehîdên doza azadiyê pîroz bikin. Hemû komên Hîlala Zêrîn ên hunerî ketine tevgerê  û perwerdeyên xwe bi awayekî rêk û pêk didin meşandin."
Bi rêya şanoyê têkoşîna jinan 
Ronahî Şêxo girîngiya şanoya ku ji bo 8’ê Adarê hatiye amadekirin anî ziman û wiha pêde çû:  "Di 8’ê Adara îsal de me xwest em rengekî cuda bidin pêşandan dê jinên êzidî jî di nava çalakiyên me de cih bigirin. Jixwe me cihekî girîng daye şanoyê, bi rêya şanoyê em ê têkoşîna jinan li dijî hişmendiya serdest bidin pêş. Ez bi xwe jî weke lîstikvan cih tê de digrim, şanoya me jî der barê serdestiya mêr de ye. Mêrên ku di malê de serdest in û li derveyî malê jî weke kesên demokrat xwe didin nîşandan. Me xwest em bal bikşînin ser vê xala girîng ku îro di gelek malbatan de tê jiyîn. Bi rêya vê şanoyê em ê karibin rastiya vê yekê derxînin pêş û guhertinên bingihîn bi danasîna hevjiyana azad çêbikin. Bi hêviya serkeftinê ji hemû beşên me re. Dîsa jî 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz be. "