Amadekariyên 19'mîn Meşa Şevê ya Femînîstan
Di 19'mîn Meşa Şevê ya Femînîst de jin dê bi diruşma “Ev 18 salin em li heman cihî ne” li Taksîmê bên gel hev.
Navenda Nûçeyan - Her sal di 8'ê Adarê de li Meydana Taksima bajarê Stenbolê yê Tirkiyê jin tên gel hev û dimeşin. Îsal jî bi diruşma "Ev 18 sal in em li heman cihî ne" amadekariya 19'mîn Meşa Şevê ya Femînîst dikin. Koma Meşa Şevê ya Femînîst li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihandin ku ew ê di 8'ê Adarê de li Taksîma Stenbolê bin.
“Kuçe, kolna û jiyan a me ye”
Nivîsa hatî parkirin wihaye: "Di 19'mîn Meşa Şevê ya Femînîst de ev 18 sal in em li heman cihî ne. Em sala borî jî li Taksîmê bi deh hezaran meşiyan. Di rojên zehmet de me hêz ji têkoşîna xwe ya femînîst girt. Bi hev re bi coşekê me hêza piştevaniya xwe bi bîr anî. Em ê îsal jî di meşa şevê ya femînîst de bên gel hev. Ji bo em hev du biparêzin em ê mesafeya di navbera xwe de biparêzin lê em dizanin ku ew ê qelebalixiya me gelekî zêde be. Em ê li dijî zextan bi raperîna xwe ya femînîst bên gel hev. Şev, kuçe, kolan jiyan jî ya me ye!"