Aloziya DYE û Îranê berfireh dibe herêm di bin agir de ye
Hate diyarkirin ku êrîşên di navbera DYE û Îranê de berdewam dikin. Gelek deverên başûr, rojava û navenda Îranê bûne hedefa êrîşên hewayî, di heman demê de Îranê li welatên Kendavê û Herêma Kurdistanê jî êrîş pêk aniye.
Navenda Nûçeyan – Di çarçoveya êrîşên berdewam ên di navbera DYE û Îranê de, hat ragihandin ku di 15’ê Tîrmehê de, gelek deverên başûr, rojava û navenda Îranê bûne hedefa êrîşên hewayî.
Li gorî nûçeyên di çapemeniya fermî ya Îranê de cih girtine, di êrîşan de bajarên Bender Ebas, Greva Qeşm, Syrik, Buşehr, Çabahar, Kenarek, Reşq, Semnan, Xuremabad, Hondeb, Ehwaz û Pakdeşt bûne hedef. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku êrîş li paytext Tehran û Hemedanê jî pêk hatine. Lêbelê, ev îdia hîn ji hêla rayedarên fermî yên Îranê ve nehatine piştrast kirin.
Li gorî agahiyên ku di hin kanalên Telegramê yên herêmî de hatine weşandin, îro danê sibê li herêmên Narmek, Mirdaamad, Yusufabad, Emîrabad-i Şomalî, Heft Tîr û Mecîdiye-i Şomalî yên li rojava, rojhilat, bakur û başûrê Tehranê dengê teqînan hatine bihîstin û pergalên parastina hewayî ketiye dewrê.
Nûçeyên ku li hin deverên Hemedanê dengê teqînan hatiye bihîstin û Baregeha Sêyemîn a Nêçîrvanan a Noje li Hemedanê jî bûye hedef hatin weşandin.
Êrîşa li ser nexweşxaneya li Ahwazê
Medyaya fermî ya Îranê ragihand ku herêma derdora Nexweşxaneya Baqiyeyî li Ahwazê di êrîşa hewayî ya DYE de bûye hedef.
Li gorî nûçeyan, di êrîşê de hin beşên avahiya nexweşxaneyê zirar dîtine, hin beş hatine valakirin û nexweş sewqî navendên din ên tenduristiyê hatine kirin.
Medyaya Îranê ragihand ku Nexweşxaneya Baqiye yek ji navendên tenduristiyê yên taybet li parêzgeha Xuzistanê ye û xizmetê dide nexweşên bi nexweşiyên xwînê û penceşêrê û bi taybet zarokan.
Derbarê mirinên di êrîşên dawî de hîn ti daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn. Lêbelê, berdevka hikûmeta Îranê Fatemeh Muhaceranî berê diyar kiribû ku di êrîşên rojên berê de herî kêm 30 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.
Medyaya Îranê her wiha ragihand ku di êrîşek li ser baregeheke leşkerî ya li Bampurê de heft endamên Lîwaya 388’emîn a Îran-Îşar a Pasdarên Şoreşa Îranê hatine kuştin û 13 jî birîndar bûne. Derbarê mirinên din ên leşkerî yên di êrîşên dawî de ti agahiyên berfireh nehatine parvekirin.
Êrîşên Îranê li ser welatên Kendavê û herêma Kurdistanê
Li aliyê din ve hate diyarkirin ku Îran êrîşên xwe yên li ser welatên Kendavê û Herêma Federal a Kurdistanê zêde kiriye. Li gorî çavkaniyên herêmî, di saetên şevê de hin deverên derdora Hewlêr, Koye û Silêmaniyê ji aliyê dronên Îranê ve bûne hedef.
Artêşa Îranê roja Pêncşemê di daxuyaniyekê de ragihand ku wan bi fuze û balefirên bêmirov li çend welatên Kendavê, bi taybet Kuweyt, Behrêyn û Urdinê, êrîşên hewayî pêkanîne.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrîş çeper û pergala leşkerî yên DYE kiriye hedef û ev wek bersivek li dijî êrîşa DYE ya li ser baregeha leşkerî ya Bampur li parêzgeha Sistan û Belûcistanê ya Îranê hatine kirin.
Heta niha derbarê kuştî û birîndarên ji ber van êrîşan an jî zirarên wan ti daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.