Aktivîstên Lubnanî: Berxwedana gelê Filistînê rewa ye

Parêzvanên mafên jinan ên Lubnanê bertek nîşanî welatên ku li dijî Xezayê ketine kêleka Îsraîlê û gotin: “Berxwedana gelê Filistînê ya li dijî vê dagirkeriyê rewa ye. Tenê Filistîniyek mabe jî ev berxwedan wê bidome.”

SUZAN EBU SAÎD

Beyrûd- Pevçûnên Îsraîl û Filistînê yên ku piştî operasyona “Tofana Eqsayê” ya Tûgayên Îzedîn El-Qassam ku baskê çekdarî yê Hamasê ye di 7’ê Cotmehê de li dijî Îsraîlê dest pê kiribû, berdewam dike. Seroka Meclisa Jinan a Lubnanê Adla Siblînî êrîşên Îsraîlê yên li ser sivîlan û qadên jiyanê yên li Şerîdaya Xezayê ku ambargo lê berdewam dike nirxand û xwest di demeke nêz de êrîş bên rawestandin.

‘Yên ku piştgiriyê didin şer û yên li dijî şer in hene’

Adla Sîblînî bal kişand ser bandorên aborî, civakî û derûnî yên krîzên piralî yên ku ev çend sal in li Lubnanê diqewimin û wiha got: “Di aliyê siyasî de nêrînên cuda hene. Lubnan ji gelek aliyan ve parçe bûye. Yên ku teqezî li ser pêwîstiya beşdariya di şer de dikin hene, yên ku li dijî beşdarbûna şer in jî hene. Di heman demê de aqilê civakê tevlihev heye.”

‘Berxwedana gel a li dijî dagirkeriyê rewa ye’

Adla Sîblînî bal kişand ser ewlehiya li Filistîn û Lubnanê û wiha got: “Li gorî daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî, berxwedana li dijî dagirkeriyê mijareke rewa ye. Ger welatek were dagirkirin, berxwedana gelê wî welatî li dijî vê dagirkeriyê jî rewa ye. Filistîn ji sala 1948’an û vir ve di bin dagirkeriyê de ye û beriya wê jî dibin dagirkeriyê bû. Cihû, Misilman û Xiristiyan li Filistînê dijîn. Gelê Filistînê rastî gelek komkujiyan hat. Berxwedana gelê Filistînê ya li dijî vê dagirkeriyê mafekî rewa ye.”

‘Tenê Filistîniyek mabe jî dê ev berxwedan bidome’

Adla Sîblînî, bi bîr xist ku bi salan e Şerîdaya Xezayê di bin dorpêçê de ye û wiha berdewam kir:

“Di êrîşên hewayî yên Îsraîlê yên li ser Şerîdaya Xezayê de jin û zarok jî di nav de mirov tên qetilkirin. Li navendên binçavkirinê bi hezaran girtî hene. Welatên ku alîgirên vî şerî ne, gelê Filistînê tune dikin. Lê belê ew ji bîr dikin ku tenê Filistîniyek mabe jî ev berxwedan wê bidome. Piştgiriya ji bo gelê Filistînê têrê nake. Mixabin, pir hindik kes bûn alîgirên gelê Filistînê. Di dema ku hemû gelên Ereb ev berxwedan bilind kirin, komek ciwanên Lubnanî bi motorsîkletên xwe ala Filistînê li ser axa başûrê Lubnanê daliqandin. Îsraîlê gule li wan reşandin û gundên Lubnanî, di nav de çewlikên Şebaayê ku Îsraîlê dagir kiribûn, hatin bombebarankirin. Ji ber vê yekê berxwedana Lubnanê heta ku axa xwe vegerîne rewa ye.”

‘Îsraîl qetlîaman pêk tîne’

Parêzer Amal El-Rayes pirsa “Çima li Rojhilata Navîn edalet nayê pêkanîn?” pirsî û rola medyayê di ronîkirina tiştên ku li Xezayê diqewimin de nîşan da. Amal El-Rayes banga pêkanîna hiqûqa navneteweyî kir û got: “Îsraîl êrîşê gelê Xezayê û gelê başûrê Lubnanê dike. Ji ber Îsraîlê em bûn şahidên gelek şeran, bi hezaran kes ji cihê xwe bûn. Ma ne bextreşî ye zilm li wan hat kirin û li kampan hatin bicihkirin? Ez weke jinek ku di qada civakî de dixebitim van êrîşan şermezar dikim. Em piştgiriya mafê jiyanê dikin. Em hemû bi hev re dijîn. Çima ev şer? Yahûdî gelek caran rastî qetlîaman hatin lê niha tiştên ku jiyîne pêk tînîn û bi heman şêwazê îşkenceyê li Filistîniyan dikin.” Her wiha Amal El-Rayes êrîşên dewleta Tirk ên ji 4’ê Cotmehê û vir ve li dijî Rojava jî şermezar kir.