Aktivîstên Efganî: Çareserî ne di xwekuştinê di têkoşînê de ye
Aktivîstên jin ên Efganistanê bal kişandin ku li girtîgehên Talîbanê sûcên mirovahiyê li hemberî jinan tên kirin û peyam dan jinên Efganistanê û gotin ku ku çareserî ne di xwekuştinê, di têkoşînê de ye.
BAHARÎN LEHÎB
Kabûl- Talîbana ku li Efgansitanê rêveberiya welat girtiye destên xwe, sê sal in sûcên dermirovî li dijî jin û zarokên keç didomîne. Yek ji cihên ku sucên mirovahiyê lê tê kirin girtîgehên Talîbanê ne. Li dijî jin û zarokên keç ên ku li girtîgehan tên girtin, muameleya xirab, êrişa zayendî jî di nav de gelek sûcên mirovî tên pêkanîn.
Tê diyarkirin ku hinek jinên rastî van sûcan hatin piştî ku tehliye dibin xwe dikujin, hinek jin jî piştî li girtîgehê tên qetilkirin cenazeyên wan dibin cihên cuda. Di bedena jinên ku hatin qetilkirin de şopên îşkence û tecawizê hene.
Dîmenên dema tecawizê dikşînin û weke gef bi kar tînin
Di rojên borî de di rojnameya The Guardian de, hevpeyvîna aktîvîstek mafên jinan a Efgan der barê li girtîgeha Talîban de ji aliyê kesên bi çek ve rastî tecawiza komî hatiye û îşkence lê hatiye kirin weşand. Jina Aktîvîst ji ber beşdarî protestoyek li dijî Talîbanê bûye hat girtin û diyar kir ku li girtîgeha Talîbanê rastî tecawizê hatiye. Jina aktîvîst anî ziman ku piştre ji Efgansitanê reviyaye, piştî li dijî Talîban axivî û dîmenê ku di dema tecawîzê de hatine kişandin jê re şandin, dema ku rexne li rejîmê bike wê vê dîmenê bişîne ji malbatê re û di malperên medyaya dîjîtal de parve bikin gef lê xwarine. Aktivîsta jin da zanîn ku dîmen bi zanabûn kişandine û ji bo bêdengkirin û şermkirinê bi kar tînin.
Du aktîvîstên mafên jinan ên Efgansitanê der barê sûcên ku li hemberî jin û zarokên tê kirin de ji ajansa mere axivîn.
‘Ji bo werim berdan ji malbata min pereyek zêde hat girtin’
Shima V. got ku ji rapora der barê kiryarên Talîbanê li girtîgehan li dijî jinan komkujî, tecawiz de hat weşandin matmayî mane û anî ziman ku sala borî di dema beşdarî meşekê bûye de hatiye girtin û wê birine girtîgehên Talîbanê û got: “Heta ez birim girtîgehê rastî heqaretê hatim. Her dem ji min pirs dikirin û digotin ‘ji bo meşê te ji kê pere girtye.’ Di lêpirsînê de ez bêdeng bûm û neaxivîm.
Shima V. bi van gotinan behsa cihê ku 3 roj lê maye kir:
“Piştre telefona min girtin û min xistin odeyek tarî. Piştî saetekê mêrek ku xwe weke serokê qadê bi nav dikir ji ofîsê gazî min kir. Ez lêgerîn kirim, tu belgeyek nedîtin. Serokê Talîbanê her dema dipirsî ka ez beşdarî meşê bûme yan ne min bersiva ‘na’ da, ez girtim. Piştre bi bav û hejînê min re têkilî danîn, ji bo min berdin daxwaza pereyek zêde kirin. Çend şevan xewa min reviya, her carê bi wan re tenê sê saet derbas dibû, ez di fikirîm ku min muameleyek çiqas xirab û biçûkxistî ditiye.”
‘Divê rûyê rast ê Talîban were dîtin’
Parêzvana mafên jinan Nadia F. destnîşan kir ku wê li hemberî Talîbanê ku dijminê jinan e rawestin. Nadia F. îşaret bal kişand ku ji aliyê olperestan ve zext li hemberî jinan tên kirin, tenê li Efganistanê nayê jiyîn û wiha got:
“Li Îranê darvekirina jinan heye, DAIŞ’ê bi hezaran jinên Êzidî revandin û li bazarên koleyan firotin, li Hindistan, Pakistan û gelek welatên din sûcên li dijî jinan tên kirin. Yekane riya azadkirina jinên Efganistanê ew e ku cîhan bibe yek û rûyê rast ê Talîbanê derxe holê. Di heman demê de divê ji jinên Efgansitanê re were gotin ku çareserî ne di xwekuştinê de di têkoşînê de ye.”