Aktîvîstên Afganî daxwaza betalkirina civîna li Dohayê kirin

81 aktîvîstên siyasî, rewşenbîr û akademîsyen ên Afganî yên bang li NY’ê kirin û xwestin hevdîtinên bi nûnerên taybet ên Afganîstanê re li Dohayê bê pêkanîn, bên betalkirin.

Navenda Nûçeyan- 81 aktîvîstên siyasî, rewşenbîr û akademîsyenên Afganî, ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres re name nivîsandin û daxwaz ji wan kirin ku di hevdîtina ku di destpêka meha Gulanê de bi nûnerên taybet ên Afganistanê (Taliban) re li Dohaya paytexta Qeterê bê pêkanîn, betal bikin. Aktîvîstên ku diyar kirin Talîbanê dê bi tawîzên siyasî nayê guhertin, ragihandin ku ew li dijî her curê planeke siyasî ku armanca wê zemîn amadekirina ji naskirina Talîbanê ya navneteweyî ne.

'Mafên 30 mîlyon mirov binpê kir’

Aktîvîstan her wiha wiha gotin: “Talîbanê ku li Afganistanê bi awayekî neqanûnî rêveberiya welat desteser kir, ji Tebaxa 2021’an û vir ve bi awayekî pergalî mafên mirovan ên bingehîn ên zêdetirî 30 mîlyon welatiyên Afganî binpê kir. Jinên ku herî kêm nîvê nifûsa welat pêk tînin, ji cihên xwe hatin koçberkirin û ji qada giştî hatin dûrxistin. Dema ev hemû tên berçav girtin, tê dîtin ku Talîbanê ji ber berjewendiyên siyasî dê siyaset û îdeolojiya neguherîne.