Aktîvîsta jîngehê Greta Thunberg hate berdan
Polîsên Londonê ya aktîvîsta jîngehê ya Swêdî Greta Thunberg a bi hinceta beşdarbûna xwepêşandanek alîgirê Filistînê binçavkiribûn, berdan.
Navenda Nûçeyan – Greta Thunberg a 22 salî beriya niha bi parêzvaniya xwe ya li ser mijarên jîngehê dihat nasîn. Greta Thunberg, li navenda Londonê di xwepêşandana li ber ofîsa şîrketa sîgorteyê Aspen ku xwepêşanderan îdia dikirin ku bi şîrketa parastinê ya Îsraîlî Elbit Systems re hevkariyê dike de, hate binçavkirin.
Binçavkirin, di çarçoveya qanûnên dijî terorê yên Keyaniya Yekbûyî de hate pêkanîn. Ji ber ku rayedaran hinek komên tên piştgirî kirin, li welat mîna qedexe îlan kiriye.
Greta Thunberg, piştî çend saetan hate berdan û hate ragihandin ku ew ê heta danişîna xwe ya di Adara 2026’an de bi kefalet hate berdan. Ev bûyer Greta Thunberg kir yekem kesayetiya navneteweyî ya navdar ku li Keyaniya Yekbûyî ji ber piştgiriya komek qedexekirî, hate binçavkirin.