Aktîvîsta Efgan a di greva birçîbûnê de rakirin nexweşxaneyê
Aktîvîsta Efgan Tamana Zaryab Paryanî ku li Elmanyayê li dijî Talîbanê nerazîbûn nîşan da û 9 roj in di greva birçîbûnê de ye, rakirin nexweşxaneyê.

Navenda Nûçeyan –Komek jinên Efgan ên ku bêdengiya cîhanê ya li hember polîtîkayên Talîbanê yên li ser gelê Efganîstanê û jinan protesto dikin, ji 1’ê Îlonê ve li bajarê Koln ê Elmanyayê di greva birçîbûnê dene.
Jin dixwazin dewlet hevkariya bi Talîbanê re biqedînin û cezayan li ser Talîbanan bisepînin. Ji jinên di greva birçîbûnê de ye Tamana Zaryab Paryanî rakirin nexweşxaneyê. Hate hînbûn ku tedawiya çalakger didome.