Aktîvîsta Afgan: Bila zarokên me li hember fikrên baviksalar têk neçin

Aktîvîsta mafên mirovan a Afgan Tehmîna Mangal ji zarokên xwe re nameyek nivîsand û wiha got: "Bila kurên min ên siberoja me ne, bi awayekî tendurist ji fikrên baviksalare têk neçin bibin kesayetên demokratîk û civakê pêş bixin."

BAHARÎN LEHÎB

Kabul – Tehmîna Mangal yek ji jinên ku li dijî Talîbanê têdikoşê ye. Tehmîna ku 3 kur û keçek wê heye, wek bi milyonan jinên Afganî ji pêşeroja zarokên xwe bi fikar e. Bi taybetî jî dibêje nizane keça wê di bin polîtîkayên qedexeker ên Talîbanê de jiyanek çawa ava bike.

Li Afganîstanê bi destpêkirina sala nû ya perwerde û hînkariyê, aktîvîsta mafên mirovan Tehmîna Mangal ji zarokên xwe re nameyek nivîsand. Tehmîna di nameya xwe de wiha dibêje:

"Ez hezkirina xwe, malbat, gel û axa xwe fêrî zarokên xwe dikim. Şîretê li zarokên xwe dikim ku bibin mirov û alîkariya mirovan bikin. Ez zarokên xwe hîn dikim ku di navbera wan û xwişkên wan de tu cudahî nîn e. Zarokên keç lutfa herî xweşik ya Xwedê ne, heqên wan nexon. Bila kurên min ên siberoja me ne, li hember fikrên baviksalar têk neçîn, bila bi awayek tendurist bibin kesayetên demokratîk û civakê pêş bixin. Bijî Afganistan."