Akîvîst Glorîa Steînem koça dawî kir
Rojnameger, nivîskar û aktîvîst Glorîa Steînem ku yek ji pêşengên tevgera femînîst a pêla duyemîn a li DYA’yê bû, duh di 92 saliya xwe de koça dawî kir.
Navenda Nûçeyan – Rojnameger, nivîskar û aktîvîst Glorîa Steînem ku yek ji pêşengên tevgera femînîst a pêla duyemîn a li DYA’yê bû, di 92 saliya xwe de koça dawî kir.
Agahiya wefata Glorîa Steînem, li ser hesabên wê yên çapemeniyê û Glorîas Foundation ve hat ragihandin. Li gorî daxuyaniya hatiye dayîn Glorîa Steînem di 2’ê îlonê de li mala xwe ya New Yorkê ligel xizmên xwe jiyana xwe ji dest daye.
‘Glorîa Steînem ji bo wekheviyê xebat meşand’
Di daxuyaniya ku ji aliyê weqfê ve hatiye dayîn de, hate diyar kirin ku Glorîa Steînem di demên dawî ya jiyana xwe de jî xebatên xwe yên ji bo wekhevî û edaleta civakî meşandiye û wiha hat ziman: “Glorîa temenê xwe yê nêzî sedsalî tije derbas kir û ji bo wekheviyê heta dawî xebatên xwe berdewam kiriye.”