Ajansa Nûçeyan MA hêjayî xelatê hat dîtin

Encamên 9’emîn “Xelatên Piştevanî, Huner û Çapemeniyê yên Malên Gel” ên îsal hatin eşkerekirin. Ajansa MA'yê jî hêjayî xelatê hat dîtin.

 
Navenda Nûçeyan - Di çarçoveya damezrandina 89’emîn Malên Gel (Halkevleri) de îsal jî 9’emîn “Xelatên Piştevanî, Huner û Çapemeniyê yên Malên Gel” li dar xist û yên hêjayî xelatê dîtî diyar kir. Temaya xelatên îsal “Berxwedêrên di pandemiyê de” hatibûn destnîşankirin. Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) jî hêjayî xelatê hat dîtin. Xelat wê ji ber pandemiyê saet di 20.00’an de li ser kanala YouTube û rûpela Facebookê yên Malên Gel bidin xwediyên wan. Her wiha wê di merasîma xelatdayînê de konser jî bê dayîn. 
Yên ku îsal xelat wergirtine ev in: “Eylem Nazlier, Çaghan Kızıl, Nazlı Yerebatmaz, Erinç Sagkan, Demet Aran, Tamer Arda Erşin, Vecih Cuzdan, Murat Bay, Burcu Karakaş, Gun Gunduz, Ozge Erdogan, Pelin Buzluk, Reyhan Karadeli, Nazan Karacabay, İlkay Akkaya, Aslı Alpar, Mezopatamya Ajansı, ISIG Meclisi, Cargilş işçileri, Gülistan Doku Nerede Komisyonu, TTB, Bogaziçi Dayanışması, Solfasol TV û Rojnameya Birgun ê.”