‘Agirê ku ji ber îhmalê veguherî felaketê polîtîkaya şerê taybet e’

Jinên ku li qada şewatê ya 15 kesan jiyana xwe ji dest dabûn dişopînin, diyar kirin ku şewata piştî îhmalê veguherî felaketê, ji polîtîkayên şerê taybet divê cuda neyê dîtin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Di şewata ku şeva 20’ê Hezîranê di navbera navçeyên Şemrexa Mêrdînê û Xana Akpar Amedê derket, 15 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Mudaxeleya şewata ku hat gotin ji ber têlên elektrîkê derketiye dereng hat kirin. Hat hînbûn ku piraniya welatiyên jiyana xwe ji dest dane dema ku ji bo vemirandina agir diçûn an jî sewalên xwe ji şewatê rizgar dikirin di nava şewatê de man. Welatiyên gundan bertekên mezin li hemberî mudaxeleya dereng û îhmalkariyê nîşan dan, jinên ku çûn serdana gundan diyar kirin ku pêvajoya piştî şewatê ji polîtîkaya şerê taybet divê cuda neyê dîtin. Di şewatê de qadeke bi qasî 66 kîlometreyî şewitî û li gorî daneyên wezaretê 900 sewal mirin û gelek welatî birîndar bûn. Li herêma ku heta danê sibehê daxwazên lezgîn ên helîkopteran nehatin bersivdan, piştî gel kesan kom kirin helîkopteran dest bi xebatên vemirandinê kirin. Li 3 gundên ku teziye lê berdewam dike gel amadekariyên xwe dike ku der barê DEDAŞ’ê ku berpirsyarê şewatê ye dozê veke.

Welatiyên Kelekê dema ku karkerên demsalî bûn rastî êrişên nijadperest hatin

Lêkolîna rapora pêşî ya dozgeriyê ya der barê lêpirsîna şewatê de berdewam dike. Hat hînbûn ku welatiyên li gundên ku agir li wan derket, bi salan neçar mane li bajarên rojava weke karkerên demsalî bixebitin û ji ber vê jî berê xwe dane gundên xwe ku çandiniyê bikin. Welatiyên li gundê Kelekê ku 10 kesan di şewatê de jiyana xwe ji dest dabûn, di sala 2020’an de rastî êrişên nijadperest hatin. Welatiyên li bajarê ku diçûn weke karkerên çandiniyê yên demsalî diçûn rastî lêdanê û gefa mirinê hatin, piştî êrişa ku li wan hat kirin berê xwe dan çandiniyê. Li vir jî gundiyên ku ji aliyê DEDAŞ’ê ve mexdûr bûne, ji ber bêavî û elektrîkê hewl didin zeviyên xwe yên çandiniyê bi panelên enerjiya rojê biçînin.

‘Gel terkî çarenûsa xwe hat kirin’

Endama Meclisa Şaredariya Xana Akparê Kudret Uzun, diyar kir ku şewat ne şewateke normal e û destnîşan kir ku ew ji kêliya destpêkê ve heta niha li herêmê ne. Kudret Uzun, diyar kir ku piştî mudaxeleya gel û şaredariyan şewat hatiye vemirandin û got ku di encama îhmalê de şewat veguheriye felaketê. Kudret Uzun got: “Ger mirov li erdnîgariya ku şewat lê belav bûye binêre, dibîne ku belavbûneke wisa ye, bi bayê re zêdetir mezin bûye. Ji ber stûnên elektrîkê şewat derket û heta danê sibê mudaxeleyî şewatê nehat kirin. Gel û şaredariyan mudaxele kirin lê ji ber ku helîkopter tunebû, şewat demek zû nehat vemirandin. Herî dawî danê sibehê helîkopterek rabû ku ji bo bizanibe kî hatiye û nehatiye herêmê. Gel wisa tenê hat hiştin ku ger rawestiyabûya dê ev şewat li navçeyeke din belav bibûya. Gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û ziyaneke madî ya mezin heye. Em hewl didin birînên gel bipêçin.”

‘Em nikarin îhmalan ji şerê taybet cuda bikin’

Kudret Uzun, anî ziman ku di dema şewatê û piştî şewatê de gel bi tenê ma û diyar kir ku ev rewş ji polîtîkaya şerê taybet nayê cudakirin û wiha got: “Felaketeke mezin rû da. Sebra malbatan li hemberî vê zilmê nemaye. Zarok ji tirsa mirinê heta serê sibê li gundan li bendê man. Gel bi eşkereyî terkî mirinê hat kirin. Cudakariyek cidî heye ku me ber bi siyaseta şerê taybet ve dibe. Dema ku li cihekî herî biçûk şewat derdikeve mudaxeleyên cidî têne kirin lê tevî ku bi saetan bangawaziyan jî li vir xebateke bi bandor nehat kirin. Polîtîkaya şerê taybet hat meşandin. Ji derveyî vê, tiştek din nîn e ku were gotin.”

‘Pêwîst e pêşî li polîtîkayên valakirina herêmê bê girtin’

Hevseroka Şaxa Amedê ya Komeleya Lêkolînên Koçberiyê ya Mezopotamyayê (GOÇ-DER) Medya Alkan, bal kişand ser xeteriya koçberiyê ya li herêmê. Medya Alkan, di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Di serê me de pirseke pir cidî heye lê em dikarin bi zelalî bibêjin ku dixwazin gelê li vê derê koçber bikin. Ev polîtîka ji vê hedefê cudatir nayên pêkanîn. Divê em nîqaş bikin ka em çawa dikarin ji van pirsgirêkan re çareseriyan bibînin. Di demên dawî de polîtîkaya şerê taybet bi awayekî cidî tê meşandin. Ev jî parçeyek ji vê polîtîkayê ye. Ev wêneyê ku em dibînin wêneyekî pir bi êş e. Tevî vê rewşa giran û wêranker, ne normal e ku mudaxele zû neyê kirin. Ev yek me vedigerîne polîtîkaya bêmirovkirinê ya bi salan e tê meşandin. Bi karesatan armanc dikin ku gel koçber bibe. Pêwîst e ev yek were rawestandin û pêşî lê bê girtin.”