‘Şoreşa Jîna Emînî şoreşa guherînê ye’

Rojnamevan Sînor Rehman der barê salvegera serhildana Jin, Jiyan, Azadî axivî û got:“Şoreşa jinan, ew şoreş e ku wan di oxira wê de jiyana xwe feda kirine.”

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Salek di ser şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistanê ku bi qetilkirina Jina Emînî ya 22 salî dest pê kir de derbas bû.

Rojnamevan Sînor Rehman bi boneya şoreşa Jîna Emînî, têkoşîna jinan û bandora wê ya li ser jinan li cîhan û çar parçeyên Kurdistanê nirxand û diyar kir ku salek di ser şoreşa Jîna Emînê re derbas bûye lê belê bi qasî temenê rejîmê bandorê li ser Îran û nêzîkbûna yekitiya gelan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê kiriye û got: “Hemû dizanin rewşa Îranê piştî hatina desthilatdariya komara Îslamî li ser hikumeta Îranê zehmetî zêdetir bûye. Her dem siyaseta civaka navdewletî bandorê li ser wê dewletê kiriye. Parçeyên din ên sîstema cîhanê her dem nêzikatiyek cuda li gel Îranê dikin. Her nêzîkatiyek siyasî li gel Îranê kiribin, gelên din ên di nava Îranê bi taybetî gelê Kurd bedelên wê daye.”

‘Zilma çend salan a rejîma Îranê bû sedema serhildana şoreşa jinan’

Sînor Rehman destnîşan kir ku giraniya rewşa Kurd û gelên din li Îranê zemînê serhildanê û şoreşa Jîna Emînî avakiriye û wiha got: “Li Îranê siyaseta dîktator heye. Ji ber wê şoreşa Jîna li çend aliyan ev siyasete serûbin kir. Bi taybetî metirsî xist ser desthilatdariyê. Dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ ji wê mezintir e ku xelk tenê daxwaza azadiyê bike, dirûşm armanca azadbûna jinan di wê asta ku jin behsa hebûna xwe bikin de ye.

‘Dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ di cîhanê de bûye dirûşmek navdewletî’

Sînor Rehman di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Pirsgirêka ekolojiyê û ya jinan du pirsgirêkên cîhanî ne, ev jî çavkaniya xwe ji wê yekê digre ku tevahî jin û azadîxwaz di  nava dilê parlamentoyê de dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ bilind bikin. Tenê bi dirûşma şoreşa Fransayê ku behsa kar, azadî û dahata jiyanê dikir lê belê ji wê mezintir hebûna jineke azade ji bo çareserkirina pirsgirêka fikrî û mezhebî ye.”

‘Pêwîst e weke Rojhilatê Kurdistanê ev şoreşe li Başûr jî çêbibe’

Sînor Rehman der barê berdewamiya vê şoreşê li Başûrê Kurdisatanê de wiha got: “Weke Rojhilat û tevahî cîhan, bi heman şêwe li Başûrê Kurdistanê jî pirsgirêkên jinan hene. Nûnertiyên jinan nîn in, siyaseta partiyan tê dîtin, heta niha jî bandora civakê li ser jinan diyar e. Heman pirsgirêka jinan a li Rojhilatê Kurdistan li Başûr jî heye. Di aliyê malbat û beşdariya di nav siyaset û daxwaza azadî û mafên wan de heye. Li Başûr pêwîst nake em dûr biçin û hewldana xwendina têkoşîna jinan li wan parçeyan bidin. Belkî bi xwendin bi rewşa jiyana xwe û astengiyên berdewam dikin bigihin wê biryara şoreşa Jîna şoreşek hevbeş e. Pêwîst e weke Rojhilatê Kurdistanê ev şoreş li Başûr jî çêbibe, ji ber metirsî giştî ye û siyaseta dewletên dagirker, weke Tirkiyeyê her dem di siyasetê de destwerdan heye bi taybetî ji bo Kurdistanê. Heta niha pirsgirêka jinan li Başûrê Kurdistanê nehatiye çarserkirin û jin azad nebûne. Pirsgirêka aborî, siyasî û ya neteweyî çareser nekirine.”

‘Jinên rojnameger divê karê xwe pir baş bikin’

Sînor Rehman da zanîn ku şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ bi fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiriye. Ji ber vê divê bizanin encamên wê di nava salekê de çi ne û got: “Yek ji wan riyên ku dikarin encamên serhildanê zûtir rabixin ber çavan, hêza bandora berfireh li ser kesayeta mirov li cîhanê ye. Ragihandin dikare hemû riyên pêwendiyên cîhanê bi hev re kom bike. Divê jin bi taybetî jinên rojnameger li xwe xwedî derbikevin û vê peyamê bigihîjînin tevahî jinan. Ji bo ku pêşî li zordestiya dewletan bigrin. Ji bo vê jî jinên rojnameger divê karê xwe weke navenda berxwedanê bibînin.”