'Şoreşa 19'ê Tîrmehê li tevahî cîhanê deng veda '

Jinên ji herêma Firatê salvegera şoreşa Rojava ya 11'e mîn bi kêfxweşî pêşwazî dikin û gotin:"Şoreşa 19'ê Tîrmehê gelê Kurd hişyar kir. Ger jin di şorêşê de cîhê xwe negirtiba ev şoreş bi ser nediket.”

BEYDA OSMAN

Kobanê- Di sala 2011’an de li gelek welatên Rojhilata Navîn de gel li hember desthilatdariyê serî rakir. Serhildana ku wek bahara gelan tê pênasekirin bandora xwe li ser axa Sûriyeyê jî kir. Gelê rojavayê Kurdistanê ê ku bi salan ji aliyê rejîma Baas ve dihat înkar kirin û bi zextê re rû bi rû dima bi çirûska bahara gelan re serî rakir û bajarên xwe ji desthilatdariyê rizgar kir. Serhildana ku 19’ê Tirmeha 2012’an li Kobanê destpêkir îro ji aliyê Rêveberiya Xweser ve li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pergala netewa  demokratîk a ku hemû pêkatiyên heremê digre naxwe tê rêvebirin.

Jinên ji herêma Firatê der barê  şoreşa 19’ê Tirmehê a ku bi şoreşa jin tê nasîn nerînê xwe parvekirin.

‘Jin ji tenebûnê hebûnê ava dike’

Jina ciwan ya bi navê Silava Bekî da zanîn ku beriya şoreşa 19'ê Tîrmehê gelê rojavayê Kurdistanê bin dest bû û got:"Gelê Kurd ya ku di dîroka xwe de hatiye tunekririn û qirkirin, di şoreşa 19'ê Tîrmehê de xwe da isbat kirin ku ew xwedî dîrokeke kevnar e. Beriya şoreşê me nikarî bû bi zimanê xwe biaxiviya an bi zimanê xwe bixwînin. Ji ber ku hikumeta Şamê gelek tundî li ser me dikir digotin hun bi zimanê xwe ne axivin, li me didan û digotin hûn bi siya me li vir dijîn lê ya rast dîrok û hebûna me winda kirin. Bi siya şoreşa 19'ê Tîrmehê û bi taybet şoreşa jin tê naskirin gel berxwedaniyek da dest pêkirin û xwedî hebûna xwe derketin. Aniha jî em piştî şoreşê bi ziman, çand û hebûna xwe tevdigerin. Jinên Kurd ne azad bûn ku derkevin bixwînin tenê di malê de û zarokan bînin. Ger  jin di şorêşê  de cîhê xwe negirtiba ev şoreş bi ser nediket ji ber ku jin ji tenebûnê hebûnê ava dike."

'Piştî şoreşê pir tişt hat guhertin'

Her wiha Leyla Mihemed ya ku ji navçeya Şêranê wiha behsa şoreşê dike û dibêje:"Em gelê Kurd yên ku her tim mafê me winda bû bi taybet mafê jin, bi şoreşa 19'ê Tîrmehê re û bi saya fikir, felsefeya Rêber Apo me têkoşîn kir û bûn xwedî maf. Zarokê me bi zimanê xwe dixwînin zanîngehên me hatin ava kirin ez gelekî kêfxweşim ku em bi xwe rêva dibin bê ku desthilatdariya tu kesî li ser me hebe. Di şoreşa 19'ê Tîrmehê de jin xwedî rola girîng bû kar dan meşandin hişt ku fikra cavakê li ser jin were guhertin û bi têkoşîn û berxwedanî mohra xwe li dîrokê xist."

'Rêjîma Baas cudahî dixit navbera pêkhateyên Ereb û Kurd'

Merwa Sincar a ku ji gundê Qeremox e wiha behsa dema ku rejima Baas ji bajêr hatiye derxistin kir:"Dema ku me li hember Hikumeta Şemê serî rakir em li mala bavê xwe kom bûn ji ber ku gundê me nêzî wan bû. Dema me alên wan xistin erdê ji bo me serbilindahî bû ji ber ku li ser me desthilatdarî dimeşandin cudahî dixistin nav Kurd û Ereb. Em jinên Kurd di her kêliyê de di şoreşê de cihê xwe girt, dema ku ji gund hatin derxistin hevalek hate qetilkirin lê rexmê wê jî em netirsiyan me berxwedaniya xwe da meşandin. Helwesta min dema ku me alê wan axist û alê me rakir ew zilm û zora ku wan li me dikir hat ji bîrkirin. Şoreşa 19'ê Tîrmehê gelê Kurd hişyar kir gel li dijî her desthilatdariyê derket û azadiya xwe bi dest xist."