Şoreşa 19'ê Tîrmehê li Şehbayê hate pîrozkirin

Li Şehbayê bi pêşengtiya Kongra Star û Tevgera Civaka Demokratîk ên Efrîn-Şehba şahiya şoreşa 19'ê Tîrmehê li darxistin.

Şehba- Li Şehbayê bi pêşengtiya Kongra Star û Tevgera Civaka Demokratîk ên Efrîn-Şehba di bin diruşmeya "Şoreşa 19'ê Tîtmehê û berxwedana zîndanan, serkeftina gelan û têkbirina dagirkeriyê ye" şahiya salvegera 12'emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê hat lidarxistin. Şahî li qada navçeya Fafîn a Şehbayê hate organîzekirin. Qada şahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pakrewanên azadiyê, her wiha bi alên Kongra Star, Rêveberiya Xweser, hêzên YPG/YPJ/QSD'ê hate xemilandin. Bi hezaran şêniyên Efrîn û Şehba di şahhiyê de amade bûn û salvegera şoreşa xwe pîrozkirin.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin dest pêkir, paş ji hêla Rêvebera Meclisa Malbetên Şehîda Efrîn-Şehba Xedîca Îbo ve axaftin hate kirin.

' ‘Bi berxwedana gelan emê dawî li dagirkerî û faşistê bînin

Xedîca Îbo di axaftina xwe de salvegera şoreşê pîrozkir û wiha vegot: "Em salvegera şoreşa 19'ê Tîrmehê li Rêber Apo û tevahî gelên azadîxwaz pîroz dikin. Di seranserî salên şoreşê de gelê Kurd û Bakur û Rojhilatê Sûriyê destkeftiyên mezin bi dest xistin û di dîroka Kurdî de rûpelên bi xwîna pakrewanên xwe ji berxwedanî û tekoşîn nivîsandin. Ji bo ev şoreş biserkeve gelek berdêlên giran hatin dayîn û em ê bidin jî heya ku Kurdistanek azad ava dikin û azadiya Rêber Apo bi dest dixin. Bi rihê berxwedana 19'ê Tîrmehê û berxwedana zîndanan em soza xwe carek din nûjen dikin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin û pergala dagirkeriyê hilweşînin. Bi berxwedana gelan emê dawî li dagirkerî û faşistê bînin û Netewa Demokratîk ava bikin."

Piştre ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn û Tevgera Çand û Hunera Efrîn-Şehba ve çalakiyên hunerî dest pêkir. Hunermend Fatimê Agirî, koma Şehîd Avêsta ya stranan ên Tevgera Hîlala Zêrîn derketin ser dikê û bi stranên xwe şoreşa Rojava pîrozkirin. Li kêlek wê hunermend Henan û Emîna jî ên Tevgera Çand û Huner şahî bi stranên xwe xemilandin.

Şahî bi gerandina govendê dawî bû.