'Şoreşa 19'ê Tîrmehê ji jinan re jiyanek nû da qezenç kirin’

Şanovan Leyla Ehmed bal kişand ku Şoreşa 19'ê Tîrmehê ji jinan re jiyanek nû da qezenç kirin û wiha got: "Herikîna jinan ya wek lehiya azadiyê ya ber bi şoreşê ve, baweriya hêz û nasnameya jinan ava kir."

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê- Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmeha 2012’an ku li Kobanê dest pê kir û li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bû, ji bo hemû jinên cîhanê bû ronahiyek hêviyê. Şoreşa Rojava li dijî pergala netewe-dewlet a ku dixwest mirovahiyê tune bike, hemû mirovahî parast. Endama Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido û Şanovan Leyla Ehmed têkildarî Şoreşa 19’ê Tîrmehê û serpêhatiyên jinan axivî.

'Jinan kedek mezin dan’

Leyla Ehmed, bal kişand li ser nêzîkatiya gelê Kobanê ya beriya şoreşê ya ji jinan re û wiha got: "Civaka Kobanê xwedî taybetmendiyek feodal û eşîrî bû. Ji ber vê yekê jin rastî gelek astengiyan hatin. Jinan ji bo xwedîderketina li hişmendî û jiyaneke rêxistinbûyî kedeke mezin dan. Ji ber sînorên eşîran ya ji jinan re jinan mafên xwe yên herî xwezayî windakirî bûn. Di encama vê ferasetê de jin ji bo anîn û xwedîkirina zarokan di hundirê malê de hatibûn heps kirin. Heta qedexebû ku jin licivata mêran bibe ango xwarinê bi hev re bixwin ku jinan tenê xizmet dikir. Tenê çûyina jinan ya cihekî ne rewa dihat dîtin. Şert bû ku li gel wan mêrek hebe. Ya herî xirab jî divê  ji zayenda din kesek bi jinan re hebe, dibe ku zarokekî 7 salî be jî."

'Şoreş ji jinan re jiyanek nû da qezenç kirin’

Leyla Ehmed balkişand li ser Şoreşa 19'ê Tîrmehê û wiha got: "Şoreşa 19'ê Tîrmehê ji jinan re jiyaneke nû da qezenç kirin. Zilma li dijî jinan bû sedem ku weke volkanekî şoreşê hembêz bikin. Lewra jinan cudabûn, reng û bedewbûn dan vê şoreşê. Em jinan pêvajoya şoreşê wek derfeteke dît û bi awayekî çalak cih girt. Ez dikarim bibêjim ku em bi têkoşîna xwe rewşa jinan guhert.. Jin çavkaniya azadî, demokrasî, edalet, wekhevî, xweşikbûn û jiyanê ye. Ji bo vê me bi van prensîban pêşengiya şoreşê kir ku şoreş veguherî şoreşa jin."

'Jin afirînera jiyan û azadiyê ye'

Leyla Ehmed da zanîn ku jin ji serdemeke ku wek "kêm" dihatin dîtin û derbasî serdema ku felsefeya "Jin, jiyan, azadî" jiyanîbû bûn û herî dawî wiha got: "Ev yek ji berhema  têkoşîn û keda jinan e û destkeftiyeke bi nirxe. Herikîna jinan ya wek lehiya azadiyê ya ber bi şoreşê ve, baweriya hêz û nasnameya jinan ava kir. Jin afirînera jiyan û azadiyê ye. Me jî dikarbû bi saya şoreşa Rojavayê Kurdistanê careke din vê heqîqetê zindî bikin û raxin ber çavan."