Şopandina cenazeyê Nagihan Akarsel wek 'sûc' hat hesibandin!

Fealiyetên rojnamevantî yên nûçegihana JİNNEWS’ê Dîlan Babat û nûçegihanê MA'yê Firat Can Arslan ên ku dema şopandina cenazeyê akademîsyen Nagîhan Akarsel hatibûn binçavkirin sûc hate hesibandin.

Navenda Nûçeyan- Der bare nûçegihana JİNNEWS’ê Dîlan Babat û nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya (MA) Firat Can Arslan ku li taxa Xelikan ya navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê, merasîma cenazeyê endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel ku di 4’ê Cotmeha 2022’an de li Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê hat qetilkirin şopandin de doz hat vekirin.

Dîlan Babat û Firat Can Arslan dema şopandina nûçe dikirin ji hêla leşkeran ve hatin binçavkirin û piştî îfadeyên li Qereqola Cendirmeyan a Cîhanbeyliyê jî hatibûn berdan. Lêpirsîna ku der barê rojnamevan de li Buroya Lêpirsîna Sûcên Teror û Rêxistinkirî ya Konyayê hatibû destpêkirin, temam bû. Darizandina rojnamevanên ku ji xala 6’an ya TMK’ê tên sûcdar kirin, dê di 25’ê Gulanê de li 2’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê dest pê bike.

Fealiyetên wê yên rojnamevantî sûc hat hesibandin

Di îdianemeya der barê rojnamegeran hat amedekirin de, Nagihan Akarsel a hat qetilkirin weke “Endama rêxistinê”, veguhestina nûçeyê ya Dîlan Babat a ji Medya Haber re ‘sûc’ hat hesibandin. Weşandina zindî ya cenazeyê Nagihandî Akarsel ya di weşana zindî ya Jinnews de jî wek “Di îdareya rêxistinê de weşan kiriye” hat nirxandin û hemû fealiyetên wê yên di îdianemeyê de cih girtin.

Heta 3 salan cezayê girtîgehê hat xwestin

Ji aliyekî din ve, di îdianameyê de hat îdia kirin rojnamevan xwestine merasîma definkirina cenazeyê Akarsel veguherînin çalakiyeke girseyî û di weşana zindî de cih dane dîmenên leşkeran û bi vê yekê “cendirme hedef girtine.” Di îdianameyê de hat xwestin ku ji ber xala 6’an a TMK’ê, ji salekê heta 3 salan cezayê hefsê li rojnamevanan bê birîn.