Şîrvan Donmez li Amedê hat qetilkirin
Li navçeya Peyasê Şehmûs A. jina bi navê Şîrvan Donmez bi kêrê qetil kir.
Amed - Li navçeya Peyasê ya Amedê li taxa Huzurevlerî di 13'ê Gulanê de Şehmuz A. Şîrvan Donmez a 25 sal e pê re bi mahra melê hatibû zewicandin bi kêrê qetil kir. Bûyera ku di saetên şevê de pêk hat, bi hişyarbûna zarokan a bi dengê dayika wan re derket holê. Piştî ku tendirustvan hatin cihê bûyerê diyar kirin ku Şîrvanê jiyana xwe ji dest daye.
Hat diyarkirin ku gûmanbar piştî ji cihê bûyerê reviyaye çûye qereqolê û gotiye ku wî Şîrvan qetil kiriye. Gumanbar piştî derxistin dadgehê hat girtin.
Cenazeyê Şîrvanê piştî otopsyê ji aliyê malbata wê ve ji nexweşxaneyê hat girtin û li Goristana Yenîkoy a Amedê hat definkirin.