‘Şikandina hişmendiya mêr bi têkoşînek domdar gengaz e’
Seroka Desteya Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Edalet Omer a li ser zêdebûna rêjeya qetilkirina jinan axivî anî ziman ku ji bo şikandina hişmendiya mêr a bi hezar salan rûniştiye têkoşînek domdar û bi biryar hewce dike.
SORGUL ŞÊXO
Qamişlo - Qetilkirina jinan pirsgirêkeke cîhanî ye û doza hemû jinan e. Li gorî statîstîkên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê di sala 2022'an de nêzîkî 736 mîlyon jin li seranserê cîhanê rastî tundiya fizîkî yan zayendî hatine. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ji destpêka salê ve nêzî 6 jin bi awayên cûda hatine qetilkirin. Seroka Desteya Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Edalet Omer a li ser mijarê ji ajansa me re axivî.
Edalet Omer bal kişand li ser têkoşîna jinan a li dijî hişmendiya baviksalarî û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Jin gihiştiye wê astê ku bi rengekî xwezayî, xwe radestî pergala ya bi hişmendiya baviksalarî dimeşe kiriye û li pey hin rastiyên veşartî, nakeve. Jin ger nasnameya xwe û rastiya pergalê, sîstem û hişmendiya baviksalarî baş fêm û nas neke, sedema êş û azarên jinan lêkolîn neke, wê nikaribe ji cihê ku lê ye têbikoşe. Pêwîstiya jinan bi naskirin û têghiştinê heye."
Têkoşîna jinan a li hemberî hişmendiya mêr
Edalet Omer diyar kir ku mêr zû bi zû zagonên jinan û malbatê napejirînin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Şoreşa ku îro jin pêşengiya wê dike, ne şoreşekî hêsan e. Çiqasî niha mêr bêdeng bin jî, lê jinê wekî hebûn û pêşenga xwe û civakê qebûl nakin. Heta niha gelek mêr şerê vê şoreşê dikin, ji ber jin pêşenga wê ye. Ji lewra îro jinên zana û têgihiştî dibin hedefa sîstemên desthilatdar û hişmendiya baviksalarî. Dema ku jin serî hildide û hewla qetandina zincîrên koletiyê dike, bi êrîşa zilam re rû bi rû dimîne. Wê di qalibên wiha de dihêlin, ku wê neçarî sînor û qederê dikin. Mêr heta niha jî jin wekî hebûn nabîne, rê nade ku xwe nas bike û li dijî cûreyên tundiyê bi deng bibe."
‘Civaka azad bi jina azad ava dibe’
Edalet Omer bal kişand şoraşa Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi pêşengiya jinan hat avakirin û wiha domand: "Ev şoreş şoreşa jinê ye, pêwîst e ku hemû jin xwe bigihînin wê astê ku bibin jinên azad. Ancax bi vî awayî em ê bikaribin sîstemek demokrat û civakeke azad, ava bikin. Ji lewra, barekî pir giran li ser milê jinan e û bi vê berpirsiyartiyê jî divê ku em civakeke exlaq û polîtîk avabikin. Avakirina malbateke demokrat û jiyaneke hevbeş, têkoşîneke demdirêj lazim dike."
'Ol li dijî serîhildana jinan tê bikar anîn'
Edalet Omer balkişand ser qetilkirina jinan ên ku piranî li herêmên rizgarkirî diqawimin û wiha pêl da axaftina xwe: "Herêmên wekî Tebqa, Reqa, Dêrazor, Minbic, Şedadê û Eyn Îsa dîroka rizgarkirina van bajaran nû ye. Em nikarin bi herêmên Kurdan re yê ku ji 2012'an de çirûska şoreşê jê derketiye, qiyas bikin. Heta niha me nikarîbû xwe bigihînin hemû jinên Ereb ê li wan herêman. Li wan herêman jin di asta duyemîn de ye, pir zewacî jî li pêş e. Ji ber ew jin ji rastiya xwe dûr in, nikarin dîwarê tirsê û zilmê hilweşînin û bêjin ‘ez ne kêm im’. Lê jinên wê herêmê, bi qeyd û bendên ku mêr di bin navê olê de ji wan re diyar kiriye, bawer kirine, ku qey bi rastî xwedê ev tişt helal û heram kiriye li wê. Ola îslamê dixin xizmeta berjewendiyên xwe yê li dijî serî hildana jinan."
Têkoşînek domdar hewce dike
Edalet Omer pêkanîna zagonên jin û malbatê li wan herêman bibîr xist û wiha got: "Mêr û hişmendiya baviksalarî yê li herêmên rizgarkirî, ol wekî siyaseta nepejirandina zagonên jin û malbatê bikartînin. Ji lewra, ji bo ku em zemînekê bidin avakirin, demek dirêj lazim e ku em bikaribin zagonan li wan herêman rihet pêkbînin. Herêm nû çend sal in ji çeteyên DAIŞ'ê hatine rizgarkirin, ji lewra pêdivî bi têkoşîneke mezin heye. Rêxistinkirin û xwe gihandina hemû jinan jî beşek ji vê têkoşînê ye."
‘Divê jin ranewestin’
Edalet Omer da xuyakirin ku ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê pilansaziyek nû hatiye derxistin û wiha pê de çû: "Divê ku em qet tawîz nedin kujeran, pêwîst e em 24 saetan li kolanan bin û tenê bi daxuyanî û meşan jî nabe. Heya ku kujer neyê cezakirin û nebe mînak ku kesek din cesaret neke jinek din li welatê me qetil bike, divê jin ranewestin. Da ku em ji qetilkirina jinan re bibin bersiv, bi rêxistinên jinan re civîn hatin lidarxistin û pilansaziyek hat derxistin. Em ê bikaribin rê li ber bigrin lê belê têkoşîneke dirêj lazim e ku di demeke kurt de hişmendiya bi hezaran sal hatiye avakirin, biguherînin."
Riya jiyana azad felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye
Edalet Omer bal kişand ku divê jin di têkoşîna xwe de bi israr bin û got: "Pêwîste jin hebûna kujeran nav xwe de qebûl nekin, bêdengî domandina silsileya qetilkirina jinan e. Divê jin wiha bikin ku zilam cesaret neke tundiyê lê bike. Ger em birdoziya azadiya jin nas nekin, hevgirtina xwe çênekin em nikarin bibin bersiv. Sîstemê xwe rêxistinkiriye ji lewra xurt e, lê hejmara me jinan jê zêdetir e. Em çiqasî karibin xwe birêxistin û yekîtiya xwe ava bikin, em ê bikaribin bibin bersiv û projeyên demokratîk avabikin. Tekez wê bi felsefeya "Jin Jiyan Azadî" û bi jina azad, jiyanek azad ava bibe."