Şewatên li Hawaii: Hezar û 300 kes winda ne

Di şewata ku li DYE li Girava Mauî ya Hawaîyê pêk hat de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 99’an, hat ragihandin ku hezar û 300 kes winda ne.

Navenda Nûçeyan – Li gor daxuyaniyên fermî, di şewata daristanên ku li eyaleta Hawaî ya Amerîkayê li girava Mauî û Girava Mezin çêbûn de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 99’an. Hejmara wendayan jî weke hezar û 300 kes hatin ragihandin.

Kûçikên keşfê anîn

20 kûçikên keşfê ji bo dîtina cenazeyan di nav çolên metal û axê yên li qada şewatê de anîn bajêr. Her wiha tê gotin ku tespîtkirina cenazeyên şewitandî dibe ku demek dirêj bidome. Şêniyên herêmê diyar kirin ku pergala hişyariya zû ya beriya şewatê nexebite, ji mudaxaleyê rayedaran sûcdar dikin. Heta niha sedema şewatê nehatiye diyarkirin, bayê bahozê û hewaya hişk agir pêxistiye. Hat diyarkirin ku şewata giyayê hişk a li herêma gir a ku ber bi Lahaînayê ve diherike, ji nişka ve li bajêr belav bûye. Şewatên ku li şêniyan belav bûn bû sedem ku hin bajarok bi temamî şewitîn.

'Em li bendê ne ku rojê 10 heta 20 cenazeyan bibînin'

Walî Josh Green di kanaleke televîzyonê de li ser şewatên daristanan axivî û diyar kir ew li bendê ne ku rojê di navbera 10 û 20 cenazeyan de bibînin. Josh Green, anî ziman ku dibe ku ji bo bîlançoya tam 10 roj derbas bibin û got ku li Lahaîna ku 12 hezar kes lê dijîn gel yan reviyane yan jî di şewatê de mirine. Josh Green diyar kir ku herêmek ji sedî 25 hêj nehatiye lêgerîn.

Şefê Polîsê Mauî Jeff Pelletier got ku dê cenaze li qadeke 13 kîlometre çargoşe bên lêgerîn.