Bîr û Fermana 74’an - 1

“Dema me şervanan dît Şervan nêzî 20 rojî bû. Heta wê kêliyê jî min navek li zarokê xwe nekiribû, ji ber min bawer nedikir ku hem em hem jî Şervan bijî. Lê piştî dîtina şervanan min navê kurê xwe kir Şervan.” Wiha qala fermanê dike Gozê Îsmaîl.

CÎLAN ROJ

Şengal – Dema Şengal tê gotin ferman tê bîr û ber çavên me. Dema Şengal tê gotin êş û azar, kuştin, qetlîam, koçberî, wêrankirin, tecawiz-kirîn û firotina jinan, îxanet û rewa 12 hezar pêşmergeyên PDK’ê ku çawa reviyan û êzidiyan radestî DAIŞ’ê kirin û hwd. tê bîr û ber çavên me.

Di fermana 74’an a 3’ê Tebaxa 2014’an de ku çeteyên DAIŞ’ê bir ser Şengalê di encama îxaneta PDK û komploya hêzên navneteweyî de bi hezaran êzidî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin qetilkirin, bi hezaran kes jî piranî ji wan jin û zarok bûn hatin rewandin, li bazarandan hatin firotin. Hê jî aqûbeta bi hezaran jinên êzidî nayê zanîn.

Lê bes di dema fermana 2014’an de li kêleka van tiştên ku me got, gelek qehremaniyên bêhempa û mucizeyên ku hêviyên mirov zêde dike jî pêk hatin. Yanî ferman li kêleka çîrokên bi êş, çîrokên xweş û mucîzewî jî di nav xwe de dihewîne.

Yek ji wan mucîzeyan jî  çîroka Şervan ê 10 salî û dayika wî Gozê Îsmaîl e. Şervan, roja fermanê dayika wê bi malbata xwe re ji bo nekevin destê DAIŞ’ê direvin û xwe dispêrin çiyayan tê dinê. Şervan di nav mirinê de, di nav ferman, qirkirin û koçberiya nediyar de dibe kenek şikestî li ser rûyê dayika xwe. Ji ber dayik 9 mehan di zikê xwe de Şervan ji her tiştî parast û bi kelecaneke mezin benda hatina wî bû. Lê Şervan, berdil û kêfxweşiya dayika xwe tam jî roja fermanê tê dinê. Hatina Şervan ji kêfxweşiyê zêdetir êşa heyî ya dayika wî zêde dike. Her kes jê re digot Şervan deyne ber darekî tu nikarî wî xwedî bikî. Ji ber li ser rêya koçberiyê, di nav qirkirinê de tê dinê. Şîrê dayika wî jî nîn bû ku bidiyê. Lê tevî her tiştî dayikê dev jê Şervan bernade.

Roja hatina DAIŞ, koçberî û Şervan

Dayika ku ferman li ser rûyê wê hem xeta êş hem jî xeta kêfxweşiyê ava kirî, wiha behsa roja hatina DAIŞ, reva ber bi çiyayan û  Şervan dike: “Dema fermanê em Tilezêrê bûn û saet yekê şevê bû. Em rabûn, hemû kes dest bi revê kir. Ez ducanî bûm û dêşiyam. Me gazî erebê kir, erebe hat em siwar bûn lê bavê Şervan û kurekî min man. Ew bi meşê hatin. Saet dor dudo gotin DAIŞ hatiye Cidalê. Me nedizanî çi bikin,  DAIŞ’î hatin ji me re gotin vegerin cihê xwe karê me bi we nîn e, me got em nayên. Me nedikarî şer bikin ji ber çekên me nîn bû. Dema DAIŞ yekê şevê êrîş kir ez diêşiyam hîn Şervan nehatibû dinê lê sibehê saet 11 li malekê Qendîlê hat dinê. Piştî demekê gotin DAIŞ’î ber bi cihê ku em lê ne tê. Em rabûn hilkişiyan çiya. Dema em gihiştin ber darekî min zarokê xwe danî ber darê û min pişta xwe da darê. Piştî demekê dayika min hat got ka rabe morî zarokê te xwarin. Roja din jî her digiriyan, şîr nin bû vexwe. Ji birçiyan digiriya lê bes ji ber min xwarin nexwaribû şîrê min nîn bû. Keça min a ji Şervan mezintir di destê jinbira min de bû, şîrê qutika dixwar. Me wan şîrê qutîkan çêkir da zarokê ku hîn nû hatibû dinê. Me da lê dîsa nesekinî her digiriya, me got bixwedê bimire. Zikê wî werimî û her kes digot dê bimire.

Min cilekên wî nêrî ne şil e û min got mîz nekiriye. Bi şev bû dayika min, xwesiya min, jinbira min hatin nêrîn, serê mîzika wî ne qul bû, derziyek li ber pêsîra dayika min hebû, me bi wê derziyê serê mîzika wî vekir. Piştî me vekir vê carê mîz kir û rihet bû. Her wiha jinek li ba me bû , got keça min mezin e derveyî şîr jî tiştan dixwe, bila şîrê min ji kurê te re be. Rojê du caran berê xwe dida me û şîr dida Şervan. Heta wê demê min digot ez ê biavêjim. 9 rojan em li geliyan bûn, li rêyan bûn. 9 rojan em tî û birçî li rêyan bû heta em hatin van deran. Me tişt û cilên ku xelk diavêtin dianî, dişûşt û li zarokên xwe dikir. Çi heba me dixwar, ji neçarî me her tişt dixwar. Piştre heval rê vekirin. Dema me şervanan dît Şervan nêzî 20 rojî bû. Heta wê kêliyê jî min navek li zarokê  xwe nekiribû, ji ber min bawer nedikir ku hem em hem jî Şervan bijî. Lê piştî dîtina şervanan min navê kurê xwe kir Şervan. Ji ber hem di nav şer de hat dinê hem jî kesên ku me ji fermanê xilas kirin şervan bû, min vê navê lê kir.”

Ji çîroka dayikê dihat famkirin ku dayik xwestiye bi danîna navê Şervan wan rojên bi êş neyê jibîrkirin, xwestiye Şervan û êzidî di kîjan şert û mercan de derbas bûne, ji bîr nekin. Yanî dayik xwestiye navê Şervan hem bibe nîşaneya êş û azarên wan hem jî bibe nîşaneya jiyaneke nû.

Heta roja fermanê nedizanîn şervan kî ne

Ji aliyê din ve dayik diyar dike ku heta roja fermanê ew nedizanîn şervanên ku wan ji fermanê rizgar kirine, kî ne, tiştek çawa ne û wiha dibêje: “Ji ber me berê qet şervan neditibû. Piştî fermanê em neçûn cihekî, em li vir man û carna şervan dihatin serdana me. Me wisa wan nas kir û bi demê re baweriya me çêbû.”

Rûyê ferman û hêviyê

Lê dema dayik behsa fermanê û hatina Şervan dikir, keneke şikestî dikeve ser rûyê wê. Ji ber hê jî êş û azarên fermanê dijiya. Ji ber kuştina kurê wê yê ji aliyê DAIŞ’ê ve dihat bîra wê. Ji ber hê jî bi hezeran jinên êzidî di destê DAIŞ’ê de ne, hê jî polîtîkayên tunekkirinê li ser wan bi dawî nebûye, hê jî xwediyên DAIŞ’ê li pey dek û dolaban e. Ji ber hê jî îxanet li pey wan e û nizanin îxanet li ku û çawa dîsa wan radestî dijmin bike. Lê di nav kenê wê yê şikestî de hêviyek jî dihat xuyakirin. Hêviya rojên xweş û azad. Êdî rûyên ku tenê xetên fermanê lê hebûn, bi hêvî bû.

Ji ber şer bû û dayika min şervanan dît navê Şervan li min kir

Dema dayik hatina DAIŞ’ê û bûyîna Şervan vedigot, Şervan ku belkî heta niha bi dehan caran çîroka xwe guhdar kirî, bi rûyek biken, çavek fedyok û baldarî wekî ku cara yekem bibihîse, dayika xwe, çîroka bûyîn û navê xwe guhdar dikir. Di dema guhdarkirinê de mirov hîs dikir ku ew jî wek dayika xwe hem diêşê hem jî şanaz e.  

Piştî guhdarkirina dayikê me xwest hestên Şervan ê li hemberî çîroka wî bi xwe jî guhdar bikin. Şervan wiha bersiv da pirsa me ya ‘tu çîroka bûyîn û navê xwe zanî’: “Erê ez çîroka bûyîn û navê xwe zanim. Ji ber ez di nav şer de hatim dinê û ji ber dayika min şervanan dît, navê Şervan li min kir.”

Şervan wekî ku benda pirsa me ya ‘tu ji navê xwe hez dikî’ be, yekser got ‘ez ji navê xwe gelek kêfxweş im’

Gotinên girêdayî fermanê

Wekî tê zanîn ji zarokan her tim pirsa ‘tu dixwînî, dema mezin bûyî tu dixwazî bibî çi û hwd.’ tê pirsîn. Me jî xwest bi pirsa xwe bizanibin ka Şervan dixwîne yan na, dema mezin be dixwaze bibe çi. Şervan ji xwe bawer û bi rûyeke ken got ‘Ez diçim dibistanê û dixwazim bibim doxtor’.

Bersiva Şervan kenek danî ser dil û rûyê me jî. Lê bes me xwest ka Şervan ji bo çi dixwaze bibe doxtor. Şervan jî bêyî ku ji pirsên me aciz bibe bi kêfxweşî bersiv da û wiha got: “Ez dixwazim bibim doxtor û xizmeta civaka xwe bikim. Wan baş bikim.”

Her gotin û peyv girêdana xwe bi tiştên jiyî, bihîstin û dîtinê re heye. Gotina Şervan ê ‘ez ê civaka xwe baş bikim’ jî girêdana xwe bi fermanê heye.

Yanî Şervan dema got ‘ez dixwazim civaka xwe baş bikim’ wekî ku bêje ‘ez dixwazim birînên fermanê ku di dilê civaka min de daye çêkirin, derman bikim’ bû.

Kurt û kurmancî bi bersivên xwe da nîşandan ku Şervan tenê ne wek nav, bi xizmetkirina civaka xwe jî dixwaze bibe şervan.

Heke stareyeke êzidiyan hebe ew jî çiya ne

Dawiya ber bi sohbeta me ve dayik û Şervan daxwaz û hêviyên xwe anîn ziman.

Dayik destpêkê hêvî kir ku tu zarokên êzidî tiştên ku ew dîtine nebînin û ji jin û civaka xwe xwest ku tu carî fermanê û îxaneta ku li wan hatiye kirin ji bîr nekin. Her wiha dayikê destnîşan kir ku heke stareyeke êzidiyan hebe ew jî çiya ne û bang li êzidiyên ku li kampan e kir ku vegerin ser cih û warên xwe.

Şervan jî daxwaza ji zarokên êzidî yên wekî xwe kir ku tu carî eslê xwe û fermanê ji bîr nekin.

Hê jî li quntarên çiyayan dijîn

Çîroka dayikê çîroka ji mirinê avakirina jiyaneke nû ye. Ji tarîtiyê meşa ber bi roje ye. Çîroka dayik û Şervan çîroka ji nû ve bûyînê, ji nû ve dîtin û sehkirinê ye. Çîroka dayik û Şervan çîroka bi hezar salan a civakê ye.

Hê jî dayik bi Şervan û malbata xwe re li quntarên çiyayan dijîn. Ji ber zanin di her êrîş û fermanan de cihê ku dikarin xwe lê bispêrin û biparêzin çiya ne.