Şenyaşar: Emê ji doza xwe ya mafdar gav paş de ne avêjin
Çalakiya “edaletê” ya Emine Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di roja 67’an de ne.
Çalakiya “edaletê” ya Emine Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di roja 67’an de ne.
Riha – Beriya hilbijartinên 24’ê Hezîrana 2018’an xizim û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrîşê malbata Şenyaşar kiribûn, di encamê de hevjînê Emîne Şenyaşar û du kurên wê hatibûn qetilkirin. Emîne û lawê xwe Ferît Şenyaşar ji ber ku kujer nehatin darizandin bi daxwaza "edaletê" ji 9'ê adarê ve li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya nobeta "edaletê" kiribûn, Ji ber qedexeya derketina derve ji 30’ê Nîsanê ve li mala xwe ya Pirsusê çalakiya xwe di roja 67’an de dewam dikin.
Malbatê li ser hesabên xwe yên medya civakî, hesabê twîttera fermî ya Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul etiket kir û ev peyam parve kir: “Li dijî bêedaletiya ku hatiye afirîn, emê tu carî bêdeng nemînin. Her çiqasî ragirtina ev qas êş û bêedaletî zor be jî; Em bi hêviya rojekê wê edalet pêş bikeve şiyar dibin. Em ê dev ji doza xwe ya mafdar bernedin.”