Şêniyên Qamişloyê li dijî êrîşan çalakiya konvedanê li dar xist

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiya konvedanê li dar xist. Şêniyên Qamişloyê daxwaza rawestandina êrîşan kirin.

Qamişlo- Dewleta Tirk ji 4’ê Cotmeha 2023’an ve êrîşên xwe yê li ser herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girantir kir, êrişî binesaziyên heremê dike. Ji 12’ê Çileyê ve cihê pertrolê yên Terpêspiyê û Dêrikê bombebaran kir. Di heman wextê de li Şehba, Eyn Îsa û gundewarên Girê Spî bombebaran kir. Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, konê çalakiyê li cem çerxereya Şehîd Yasir Xanîka a bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin dirûşma “Gelê Sûriyeyê dagirkeriya Osmanî qebûl nake” veda û dê du rojan berdewam dike. Hêjayî gotinê ye ku li seranserê herêmê ev çalakî tê lidarxistin.

‘Em ê li dijî êrîşan li ber xwe bidin’

Endama Kongra Star Şemsîxan Gulo, têkildarê konê çalakiyê axivî û got: “Êrîşên li ser me tên meşandin tu carî me bê îrade nake, em ji êrîşên dewleta Tirk natirsin. Di Efrînê de 58 rojan me berxwedanî raber kir bê teredut û em ê di hemû êrîşan de berxwedaniyê bikin heta dawiyê û piştgiriya Rêber xwe bikin. Ji ber ku îro di zindana Îmraliyê de bi hezaran mirov wî dixwazin. Ev gel li ser piyan e û heya dawiyê berxwe bidin.” 

‘Dê dewleta Tirk bin bikeve’

Her wiha Wetha Wanikê, helwestên xwe li dijî êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha anî ziman: “Li dijî êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên me îro em hatine bin konê çalakiyê. Dewleta Tirk çiqasî êrîşî me bike em ê xurtir bibin, dewleta Tirk çiqas êrîşî me bike ew ê bin bikeve. Zarok û pîran qetil dike kanî mafên mirovan ku zarokên me qetil dike stasyonê me yên elektrîkê armanc digre binesaziya me armanc digre bila hesab ji dewleta Tirk were xwestin.”