Şêniyên Mexmûrê li dijî êrişên dagirkeriyê meşiyan

Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê li dijî êrişên dagirkerî yên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi meşekî girseyî şermezar kirin û banga xwedî derketina gelê Rojavayê Kurdistanê kirin.

Mexmûr – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) di bin pêşengiya Meclîsa Îştar li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşekî girseyî hate li darxistin.

Meş bi beşdariya şênî û xwendekarên wargehê li ber Saziya Malbatên Şehîdan destpê kir. Di meşê de bênavber dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Rojava’, ‘Bijî Berxwedana Gelê Kurd’ û ‘Bijî Serok Apo’ hatin berzkirin û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin.

Piştî ku meş gihîşt li ber deriyê Parqa Şehîd Aryen Cudî ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê Endama Meclîsa Îştar Nûran sezgîn axîvî.

Nûran Sezgîn, êrişên dagirkerî û qirkirinê yên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û wiha axivî: “Em di serî de şehîdên xwe yên Rojavaya Kurdistanê bibîrtînin. Di 27’ê Mijdarê de li dijî Rojavayê Kurdistanê êrişên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wî destpêkir. Di encama êrişên hovanê yên çeteyan de zarok jî di nav de gelek kes jiyana xwe ji dest dan. Gelê me ya Rojavayê Kurdistanê neçarî koçberiyê hatin kirin. Li ber çavê tevahî cîhanê êrişê Rojavayê Kurdistanê dikin. Lê li dijî êrişan bêdengiyek mezin heye. Em tevahî hêzên desthilatdar ên hevkariya dewleta Tirk dikin şermezar dikin.”

‘Armanca wan qirkirina gelê Kurd e’

Nûran Sezgîn, diyar kir ku gelê Rojavayê Kurdistanê li dijî tevahî êrişan têdikoşîn û got: “Gelê me ya Rojavayê Kurdistanê bi salane bi fikir û felsefeya Rêber Apo û birêxistinbûna xwe li dijî hemû êrişan li ber xwe didin û roj bi roj têkoşîna xwe mezintir. Armanca êrişan qirkirina gelê Kurd e. Dewleta Tirk dixwaze tecrîda li ser Rêber Apo girantir bike û gelê Kurd tûne bike. Lê wê nikaribîn bigihîjin armanca xwe.”

Nûran Sezgîn, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em têkoşîna gel û şervanên QSD, YPG û YPJ’ê silav dikin û piştgiriya gelê dikin. Em bang tevahî gelê           Kurd dikin ku li dijî êrişan xwedî helwest bin û têkoşîn û berxwedana xwe mezintir bikin.”

Daxuyanî bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî berxwedana Rojava’ bi dawî bû.