Şêniyên Mexmûrê ji ambargoya Îraqê re gotin ‘Êdî Bes e’
Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê, li dijî zext û ambargoya hikûmeta Îraqê ya li ser wargehê, meşek girseyî lidar xistin.

Mexmûr – Ev zêdeyî du salan e nasnameyên penaberên Mexmûrê nayên nûkirin, ji bo vê jî gelek caran di rêyên hatin û çûyînê de pirsgirêk ji bo gelê wargehê tê derxistin. Di heman demê de ji 10’ê Nîsanê ve xala kontrolê ya ketina wargehê ku ji aliyê hêzên leşkerî yên Îraqê ve tê kontrolkirin, nahêle kel û pelên avahîsaziyan bikevin wargehê. Her ku diçe zext û ambargoya li ser wargehê tê tûndkirin.
Li ser vê yekê îro şêniyên wargeha penaberan a Mexmûrê, li dijî zext û ambargoya li ser wargehê, daketin qadan. Bi sedan şêniyên Mexmûrê ji ber Saziya Malbatên Şehîdan heta benda kontrolê ya hêzên leşkerî ya Îraqê meşiyan. Li vir Hevserokê Dîwana Meclîsa Gel a Mexmûrê Elî Bilehî daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
“Em wek penaberên li Wargeha Mexmûrê ji ber polîtîkayên dewleta Tirk ên girtin, kuştin, koçberkirin, înkar û îmhaya li ser netewa Kurd ev zêdetirî 30 salan e di penaberiyê de dijîn. Em mînaka herî zindî û şênber ya van polîtîkayên qirêj in. Piştî 5 salan guhertina çend wargehan, di nava sînorên herêma Kurdistanê de ev 26 sal in em li wargeha Mexmûrê ya girêdayî Mûsilê niştecîh in.
‘Dewleta Îraqê bi fermî em wek penaberên siyasî nas kirin’
Di salên destpêkê yên penaberiyê de, ji aliyê Desteya Bilind a Netewên Yekbûyî ve em wek penaberên siyasî hatin naskirin. Dewleta Iraqê li gorî zagonên penaberan a sala 1971’an a hejmar 51, bi fermî me wek penaberên siyasî nas kirin. Wek civaka wargehê tu caran me xwe ji dewleta Îraqê re nekiriye bar, berovajî wê, di qonaxên zehmet ên gelê Îraqê û dewleta Îraqê nav de derbas bûyî, me jî wek hemwelatiyek Iraqê xwe berpirsyar dîtiye û em bi erk û berpirsyariya xwe rabûne. Mînaka herî şênber, di dema êrîşên DAIŞ’ê de me jî mil bi milê gel û hêzên Iraqê li dijî DAIŞ’ê têkoşîn û berxwedan kir û di vê riyê de me şehîd û birîndar dan.
‘Ji sala 2014’an heta niha em ji gelek mafên bingehîn bê par man’
Em wek gelê Mexmûrê, ji sala 2014’an heta niha ji gelek mafên xwe yên bingehîn ên wek tenduristî, perwerde, xizmetgozarî bê par mane. Tevî ku bi temamî îdarî û ewlekarî di bin berpirsyartiya Iraqê de ye, heta niha jî ev nehatiye çareserkirin. Nasnameyên Wargehê ev 2 sal e demên wan derbas bûne, mixabin hikûmet bi sedem û hincetên bê bingeh heta niha jî amade nebûye nasnameyan nû bike. Gelek pirsgirêk ji ber sedemên ne nûkirina nasnameyan rojane derdikevin pêşberî me. Ew jî di çûyîn û hatinê de, di meşandina xebatên îdarî û mijarên qanûnî de astengiyên cidî çêdibin. Gelê wargehê bi derfetên xwe her tim hewl daye, ji bo pirsgirêkên xwe bibin bersîv.
‘Karker tên zivirandin’
Tenê deriyek yê jiyanê heye, ew jî karkirina ji derveyî wargehê ye. Di her malekê de herî kêm 2 kes ji bo debara malbata xwe pêk bîne diçin bajarên cûda yên Îraqê karkeriyê dikin. Ji 10’ê Nîsanê ve hikûmeta Îraqê, ambargoyek rêgirî û pêwîstiyên jiyanî daniye ser wargehê. Deriyê debara jiyana rojane bi tu awayî nabe were girtin. Ev nêzîkatiyekek ne li gorî zagonên mafê penaberan e, divê penaber ji mafên li gorî destûrê sûd ji derfetên hatine dayîn werbigrin. Ew jî mafê tenduristî, perwerde, karkirkirin û bi awayek azad jiyan kirin e. Ev mafê gerdûnî ye, bi tu awayî nabe were tengkirin û astengkirin. Mixabin ev nêzîkatî û helwest piştî hevdîtina Hikûmeta Îraqê û Dewleta Tirk hatin. Niha tê zanîn di navbera Rêber Apo û dewleta Tirk de ji bo pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê bi awayek aştiyane çareser bibe hewldanek heye, em li bendê ne hikûmeta Îraqê piştgiriya vê hewldanê bike, ne ji bo hinek mijarên siyasî û bazirganî daxwazên Tirkiyeyê qebûl bike. Ev nêzîkatiya ku niha Îraq, li himberî Îraqê raber dike wê tu xizmetê ji pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê neke.
‘Divê ev pirsgirêk werin çareserkirin’
Ji bo çaresernekirina pirsgirêkên civakî û astengiyên di van demên dawî de derxistine, bandorek mezin li ser jiyana gelê wargehê çêkiriye. Li gorî vê em daxwaz dikin ku ji demekê ji ya din zûtir, hikûmeta Îraqê tevî saziyên xwe yên eleqeder pirsgirêka heyî çareser bike û astengiyên hatine danîn, werin rakirin.”
Li gorî vê yekê mijarên ku divê lezgîn werin çareserkirin ev in:
*Nasnameyên wargehê werin nûkirin
* Deriyê xwendinê ji bo xwendekarên zanîngehê werin vekirin
*Astengiyên di çûyîn û hatina karkeran de, werin rakirin
*Vekirina derî ji bo pêwîstiyên jiyanî û kel û pelên avahiyan.
Piştî daxuyaniyê şênî li ber benda kontrola leşkerî ya Îraqê rûniştin û dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Mexmûrê” diqîrin. Piştî rûniştinê şandeyek ji wargeha Mexmûrê hewl da bi aliyên peywendîdar re hevdîtin pêk bîne û ji ber aliyên peywendîdar ne amade bûn, soz dan sibe wê hevdîtin bê kirin. Gelê Mexmurê jî got “ger daxwazên me neyên qebûlkirin, em ê çalakiyên xwe yên yên rewa bi awayên cûda bidomînin.”