Şêniyên li Helebê berê xwe didin Şehbayê

Gelê Efrînê yê ji ber êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê neçar mabû koçî Helebê bibe, niha jî ji ber erdhejê berê xwe daye kampa Berxwedanê ya li Şehbayê.

Heleb – Erdhejên ku navenda wê Bazarçixa Mereşê bû, bandorê li ser Helebê jî kir. Li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ji ber erdhejê 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 43 kes jî birîndar bûn. Ji ber erdhejê kesên ku ji Efrînê koçî Helebê bûbûn, careke din berê xwe dan kampên li Şehbayê, gund û navçeyên Şêrewayê. Heya niha 2 hezar û 500 malbat derbasî Şehbayê bûn. Her wiha hikumeta Şamê alîkariya ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Helebê şand, asteng kir û nehişt pêdiviyên pêwist û sotmenî ji bo mexdûrên erdhejê derbasî heremê bibe.

Xebatkara Şaredariyê ya li kampa Berxwedan anî ziman ku gelê Helebê yên çûne kampê, yên ku malên wan xerab bûne û çûne ba wan, ji wan re kon amade dikin û çi ji destên wan were ew ê hewl bidin bikin.

Dayika bi navê Emîne Ebdo Yasîn a li Helebê ji erdhejê zirarê dîtiye jî wan kêliyan wiha anî ziman; “Di dema erdhejê de em derketin derve. Avahiyeke li pêşberî me hilweşiya û ji ber vê sedemê em çûn kampê.” Her wiha dayikê spasiya xwe ji bo gelê Şehbayê anî ziman.

‘Piştî hatina kampê em rehet bûn’

Dayikek din ji şêniyên Helebê jî axivî û wiha got; “Kêliyên ku em di xew de bûn avahiya em lê diman bi awayekî pir dijwar hejiya. Em tirsiyan û me xwe avêt derve. Bi hatina kampê re ev tirsa me derbas bû, em hîn rehetir bûn.”

Herî dawî jî zarokê bi navê Cûdî behsa erdheja li bajarê Helebê pêk hat kir û wiha wiha got: “Dema erd hejiya em pêxwas çûn cihekê bi ewle. Ji ber ku erdhejê berdewam dikir û avahiya ku em tê de bûn ne saxlem bû. Ji ber wê sedemê me berê xwe da kampa Berxwedanê ya li Şehbayê. Ji ber hatina me ya Şehbayê ez pir kêfxweş im.”