Şêniyên bajarê Qamişlo li dijî êrîşên dewleta tirk li ser Zirgan û Şengalê meşiyan

Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser Zirgan û Şengalê, şêniyên bajarê Qamişlo meşiyan. Rêveberiya Kongreya Star a Kantona Qamişlo Şaha Xelîl da zanîn ku dewleta tirk dixwaze beriya dawîbûna peymana Lozanê Gelê Kurd tune bike, lê berxwedana Gelê me wê li dijî êrîşên wan bi hêztir be.

Qamişlo-Dewleta tirk a dagirker dîsa careke din êrîşî herêmên aram li şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike.  Di vê dema dawiyê de bi êrîşên hewayî herêma şengalê û navçeya Zirgan û gundewarên Til Temirê yên girêdayî Kantona Hesekê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dijwarî tobabaran kir ku di encamê de şehîd û birîndar çêbûn. Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk şêniyên bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û helwestên xwe nîşan dan.   Meş ji kolana Mûnîr Hebîb a Qamişloyê despêkir û li ber dezgeha Netewên Yekbûyî rawestiya. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Wêneyên şehîdên ku di êrîşên dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dane, alên Kongreya Star û Malbatên şehîdan hatin hildan.
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo hemû pakrewanên azadiyê Hevserokê PYD’ê yê Bajarê Qamişlo Mesûd Dawûd axivî. 
Mesûd êrîşên dewleta tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û ev tişt got: : "Îro em pêvajoyeke nû jiyan dikin, ji ber em dem bi dem li beramberî guhertinên dîrokî tên.  Dibe ku niha şerekî giran ser rûyê erdê heye, lê em bi îradeya gelê xwe û girêdana wan bi soza wan re bawer in. Ev pêvajoya em tê dene, pêvajoyeke herî girîng e, hemû siyasetên navnetewî li ser erda Sûriyeyê û bi taybet li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nav pîlanan dene. Dijminên me her ew in û hovîtiyeke pir mezin li dijî gelê me dide meşandin. Heya niha dewletên navnetewî bê deng in û destekê didine dagirkeriya dewleta tirk. Lê bila her kes bizane em xwediyê vê axê ne û pîlanên wan nagihin serî, têkoşîna me heya dawiyê wê dewam bike.” 
 ‘Îrade û berxwedana me dê ji top û tangên wan bi hêztir bin’
Rêveberiya Kongreya Star a Kantona Qamişlo Şaha Xelîl ku ew jî di meşê de beşdar bûbû wiha helwesta xwe anî ziman: “Armanca me ji vê meşê ew e ku em li hember kiryarên dewleta tirk li ser Rojavayê Kurdistanê û di heman demê de li ser Başûrê Kurdistanê xwedî helwest bin. Kiryarên dewleta tirk komployeke navdewletî  didê diyarkirin, ji ber êdî em ber bi dawîbûna peymana Lozanê ve tên. Dixwazin berî ev peyman bi dawî bibe hemû pîlanên xwe ser xaka me pêk bînin û îradeya gelê me tune bikin. Li hember van kiryaran bêdengiyeke cîhanî heye, hemû jî dibînin di van êrîşan de sivîl têne kuştin û tevî wê jî bêdeng in. Bila her kes destê xwe bide ser wijdanê xwe û van kiryaran ser gelê me bide sekinandin.  Îrade û berxwedana me dê ji top û tangên wan bi hêztir bin.”
Meş bi dirûşma “Bimire îxanet” bi dawî bû.